BERXWEDANA LI ŞENGALÊ
PEYAMA ŞENGALIYAN ZELAL E: EM Ê TESLÎMIYETÊ QEBÛL NEKIN
Li Şengalê konê berxwedanê ji serdanan xalî namîne.
Ev 50 roj e Şengalî li dora asayîşa xwe ji bo xwedîderketina li paşeroja xwe bûne xelek.
Biryardar in, bi israr in daxwaza xwe naskirina îradeya wan e.
Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser Xezal Reşo bûye berdevka daxwazên Şengaliyan û dibêje:
Em ê tu carî teslîmiyetê qebûl nekin.