Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li seranserî Ewropayê û Rûsyayê çalakî û meşên girseyi li dijî komploya navneteweyi hatin li darxistin 15.02.2021

 

LI DIJÎ KOMPLOYÊ “PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI BAJARÊ LAVRÎO YÊ YÛNANISTANÊ MEŞA GIRSEYÎ

Li derveyî welêt çalakiyên li dijî Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye hatin lidarxistin.

Yek ji van deveran jî bajarê Yûnanistanê Lavrîo bû.

Gelek Kurdistanî beşdarî meş û mitîngê bûn.

LI DIJÎ KOMPLOYÊ “PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE”
PIRTÛKXANEYÊN GEROK LI MARIGNANE Û AMSTERDAMÊ BÛN

Otobûsên Pirtûkxaneya Gerok a Rêber Apo jî sefera xwe didomînin.

Li Fransa otobûs herî dawî li bajarê Marînyanê bû.

Kurdan bi karwanekî wesaîtan otobûs pêşwazî kirin.

Paşê jî li pêşiya otobûsê heta qada ku wê pirtûkxane lê were danîn meşiyan.

Otobûseke din a pirtûkxaneya gerok a Rêber Apo li bajarê Hollanda Amsterdamê bû.

Kurdên li bajêr otobûs pêşwazî kirin.

LI DIJÎ KOMPLOYÊ PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI DANÎMARKA Û RÛSYAYÊ KOMPLO HAT ŞERMEZARKIRIN

Li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê çalakiyek jî li paytexta Danîmarka Kopenhaginê pêk hat.

Kurdan li ber Konsolosxaneya Tirk komplo protesto kirin.

Li du bajarên Rûsyayê jî bi heman armancê çalakî pêk hatin.

Li gundê Perekopnoyê yê Yerşovê Kurdan bi daxuyaniyekê komplo şermezar kirin.

Bajarê din jî Yekaterînbûrg bû.

Li vê derê jî bi daxuyaniyekê komplo hat şermezarkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv