BI PÊŞENGIYA TAJÊ LI SINÛNÊ MEŞ HAT LIDARXISTIN
9’ê cotmehê li Bexdayê di navbera Hikûmeta Iraq û Hewlêrê de li ser Şengalê peymanek hat îmzekirin.
Di vê peymana ku rêveberiya Şengal û nûnerên herêmê nehatin beşdar kirin de, biryar hat girtin ku Şengal di warê ewlekarî de girêdayî Bexdayê be û di warê îdarî û xizmetguzarî de jî ji aliyê Bexda û Hewlêrê ve hevpar bê rêvebirin.
Desteya Rêveber a Şengalê doh li dijî lihevkirina PDK’ê û Bexda biryara lidarxistina çalakiyan dabû.
Jinên Êzdî di van kêliyan de li bajarokê Sinûnê meşekî lidar dixe
Meş ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ ve hat organîzekirin û gelek kes beşdar bûn.
Di tevahiya meşê de jinan nerazîbûna xwe ya li hemberî lihevkirinê anîn ziman.
Jinan diyar kirin, ku ewê ti biryara bêyî îradeya wan a li ser Şengalê hatî dayîn qebûl nekin.
Wê pîştî meşê daxuyanî bê dayîn