Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Şirnex û Geverê çalakiyên gerîla

 

 

LI ŞIRNEX Û GEVERÊ 4 ESKERÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER HATIN KUŞTIN. GERÎLA LI GEVERÊ KETIN ÇEPERÊN ESKERAN Û CEBILXANEYA WAN RAKIRIN

Bihar hat.

Gerîla ket tevgerê.

Bi taybet Bihar ji bo gerîla demsala tevger û çalakiyan e.

Agahiyên çalakiyê vê carê jî ji Şirnex û Geverê hat.

Gerîlayan li hevan her dû deveran li dijmin dan.

4 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin.

Îca li Geverê Gerîla ketin çeperên eskeran û cebilxaneya wan rakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li herêma Cûdî a Şirnexê û navçeya Colemêrgê Geverê agahî dan.

Li gorî daxuyaniyê;

Hêzên gerîla di çarçoveya pêngava Tolhildanê ya şehîd Medya Mawa û Rizgar Gever de roja 22’ê Nîsanê li dijî eskerên di navbera gundê Gabarê û qada Suwara ya herêma Cûdî bi cih bûbûn çalakî kir.

Di encamê de eskerek hat kuştin.

Roja 23’ê Nîsanê jî hêzên gerîla di çarçoveya pêngava Şoreşger a şehîd Bager û şehîd Ronya de li eskerên artêşa Tirk ên li girê şehîd Derman a navçeya Colemêrgê Geverê bi cih bûbûn dan.

Gerîlayan ji du milan ve li kozikên dagirkeran dan û 3 esker hatin kuştin.

Hêzên gerîla piştî çalakiyê ketin kozikên eskeran û cebilxaneyên wan çekeke otomatîk a BKC, yek çeka MPT-76 a piyadê û Dragunov ango Qenasêk û dûrbîna wê rakirin.

HPG’ê ragihand, di van çalakiyê de ti zirar û ziyan negihiştiye hêzên wan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirk jî ev agahî dan.

Roja 23’yê Nîsanê alafirên şer qada Werxelê ya herêma Avaşînê, qada Çemço ya herêma Zapê û qada Şehîdlikê ya herêma Metîna bombe kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv