Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Li Stenbol û Izmîrê çalakiyên jinan li dijî siyaseta qirkirina jinan hatin kirin

 

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdsitanê ji ber polîtîkayên AKP’ê- MHP’ê ewlehiya jiyana jinan ne maye.

Jin li aliyekî tên kuştin, destdirêjî li wan tê kirin li aliyê dinê jî têne zîndanî kirin.

Niha jî rakirina peynama Stenbolê di armcana hikmeta Tirk deye.

Li hemberî zêdebûna kuştina jinan û xwe vekişandina ji peymana Stenbolê di serî de Stenbol li gelek cihan çalakî pêk hatin.

”’PEYMANA SENBOLÊ XETA ME YA XEMRI YE”
LI STENBOLÊ JIN LÎ DIJÎ DESTWERDANA PEYMANA STENBOLÊ MEŞIYAN

Li dijî hewldanên destwerdana Paymana Stenbolê jin doh li Stenbolê meşek girseyî pêkanîn.

Meşa ku ji parka Abbasaga a li Beşîktaşê dest pêkir heya meydana Barbaros dewam kir.

Tevî astengiya polîsan jî jina meşa xwe dewam kir.

Li parka Barbaros’ê li ser navê jinan Tulay Korkmaz axaftinek kir û diyar kir, bi qetilkirina Pinar Gultekîn careke din hat dîtin ku zagonên ku jinê ji şîdeta zilam diparêze li ser kaxezê maye.

”’KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”
JINAN LI EDENÊ LI DIJÎ TUNDIYÊ TÛRA BISKILÊTÊ PÊKANÎN

Li Edenê jî endamên Xeta Xemrî li dijî tundiyê li nava bajêr bikilêt ajotin.

Beriya ajotina biskilêtan li ser navê jinan Pinar Çîçek axivî.

Pinar Çîçek anî ziman ewê dev ji qanûnên parastina jiyan û ewlehiya xwe bernedin û ji bo parastina wan jî ewê dinav tevgerê debin.

Piştî axaftinan jinan li nava bajêr dest bi ajotina biskilêtan kirin.

”’KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”
JIN LI ÎZMÎRÊ LI HEV CIVIYAN

Li Îzmîrê jî 27’ê Tîrmehê li Qada Gundodu foruma jinan heye.

Rêxistina HDP’ê ya Izmîrê di çarçoveya “Kombûna Demokrasiyê” beriya forûmê bi jinan re civiya.

Hevdîtin li Çankaya bû û hin parlamenterên jin ên HDP’ê jî amadebûn.

Parlamentera HDP’ê ya Izmîrê Serpîl Kemalbay, bang Beşdarbûna çalakiya îro a li qada Gundogdu pêk bê li jinan kir.

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv