Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Ciwan Nûçeyên Dawî

Li Stenbolê Yekîneyên Tolhildanê derbeyek giran li Artêşa Tirk dan

 

TŞYG’Ê LI STENBOLÊ DERBEK GIRAN LI ARTÊŞA DAGIRKER DA
“30 WESAÎT Û AVAHIYEK LI MUDÛRIYETA ARTÊŞA DAGIRKER A MALTEPEYÊ HATIN ŞEWITANDIN”

Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser a tevgera Şoreşgerên Yekbûyî çalakî li darxistin.

Çalakî li navçeya Stenbolê Maltepeyê pêkhat û yekîneya Tolhildanê derbek giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker da.

Di çalakiyê de 30 wesaîtên leşkerî û avahiyek li Muduriyeta artêşa dagirker hatin şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wê artêşa dewleta Tirk a dagirker hesab bide her Kurdekî/ê û berdêla vê yekê bide.

Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bi daxuyaniyekê diyar kir, ku li navçeya Stenbolê Maltepeyê çalakiyek bi bandor li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê:

17ê Gulanê bi şev saet 1ê Muduriyeta Mala-durûtinê ya Bejahî ya Artêşa dewleta Tirk a dagirker, bi teknîkeke bandor, bû hedefa yekîneya me.

Di encama şewatê de 30 wesaîtên leşkerî û avahiyeke duqatî yên li vê qadê hatin şewitandin.

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk weke her carê li hemberî vê çalakiya me jî li hemberî gel bi derewan rabû.

Li vê devera ku hezar û 500 esker dimînin, kuştî û birîndarên artêşa dagirker jî çêbûn.

Jixwe eskerekî di axaftina xwe de bi behskirina cenazeyên eskeran ên li morgê, ev yek piştrast kir.

Di daxuyaniyê de çalakiya li dijî Roketsanê jî hat bibîrxistin û hat gotin, me îro jî li Maladurûtinê ya Artêşa Dagirker da, ku ji bo wê gelekî bi qîmet e.

Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser destnîşan kir, ku wê artêşa dagirker hesab bide her Kurdekî/ê û şoreşgerên qetil kiriye û got, wê berdêla vê yekê bide.

Di daxuyaniyê de hat gotin, çalakiya me vegera şehîd Ulaş Bayraktaroglu ya li Stenbolê ye.

Çalakiya me dewama agirê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn a 17ê Gulana 1982’yan li Zindana Amedê ye.

Çalakiya me alaya enternasyonalîst a Hakî Karer e, ku 18ê Gulana 1977’an şehîd bû.

Çalakiya me silava Îbrahîm Kaypakkaya ye, ku 18ê Gulana 1973’yan li Zindana Amedê şehîd bû.

Ev jî hatin dîtin

Yekîneyên Tolhildanê li 5 bajarên Tirkiyê avahiyên ser bi AKP’ê ve şewitandin

Stêrk Tv

Şandeya Parlementoya herêma Kurdistanê li Bradost û Balekayetî

Stêrk Tv

Rojnamevan Çinar Goktaş ji Heftanînê agahiyên dawî radigihîne

Stêrk Tv

Çalakiyên gerîla li dijî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker

Stêrk Tv

Ciwanên Qendîlê: Em amade ne tevlî serferberiya Heftanînê bibin

Stêrk Tv

Li Çarçela çalakî, li Xakurkê û Dersimê şer dijwar e

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!