PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI STRASBOURGÊ HEFTEYA 449’AN A NOBEDA AZADIYÊ YE
Li derveyî welêt Kurdistanî bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye radibin.
Li bajarê Fransa Strasboûrgê gelê Kurd çalakiya herî dem dirêj a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo didomîne.
Di hefteya 449’an de nobeda azadiyê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN ve hat dewrgirtin.
Ednan Erkek, Alî Çîmen, Ferhat Naqo, Bêrîtan Dersim, Kawa Gimgim û Nizar Ozgur di çalakiyê de cihê xwe digirin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI BER NY A CENEVÊ DI ROJA 2’YAN DE BÛ
Li bajarê Swîsre Cenevê jî Kurdistaniyan bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye li ber Neteweyên Yekbûyî dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.
Vê çalakiyê jî 2 roj li pey xwe hiştin.
Çalakî her hefte wê 3 rojan bidome.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
EV 40 ROJ IN MEXMÛRÎ DI ÇALAKIYÊ DE NE
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî bi heman pêngavê çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî hatibû destpêkirin.
Vê çalakiyê jî koma 20 bi rê ve dibe û 40 roj li pey xwe hiştin.
Di çalakiyan de peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê dayîn.