CEZAYÊ DARVEKIRINA MAZLUM DAG Û ABDURAHMAN ER
LI SWÎSREYÊ LI DIJÎ BIRYARA PDK’Ê ÎNÎSÎYATÎFA HEVGIRTINÊ HATE AVAKIRIN
Li Hewlêrê rêveberê MÎT’a Tirk Osman Kose roja 17’ê Tîrmeha 2019’an hat kuştin.
Tiliya Osman Kose di kuştina gelek şoreşgerên Kurd de hebû.
Dadgeriya PDK’ê, bi hinceta Osman Kose kuştine cezayê darvekirinê li Mazlum Dag û Abdurahman Er birî.
Ji bo Mazlûm Dag û Abdurahman Er, li paytexta Siwîsre Bêrnê, Înîsîyatîfa Hevgirtina ji bo Mazlûm Dax û Abdurahman Er hate avakirin.
Li ser navê Înîsiyatifê Gernas Koçer daxuyanî da.
Piştî daxuyaniyê, berdevkê Înîsîyatîfê Firat Anli axivî û bang li raya giştî kir ku li dijî darvekirina her du ciwanên Kurd têbikoşin.