Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Tirkiyê rewşa girtiyên nexweş 10.09.2020

 

LI TIRKIYÊ REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
MED TUHAD-FED: HETA KU GIRTIYAN NEKUJIN BERNADIN

Li zindanên dewleta Tirk bi hezaran girtiyên nexweş hene û her salê bi dehan ji wan jiyana xwe ji dest didin.

Dewleta Tirk girtiyên li ber mirinê bernade.

Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Salih Tekîn destnîşan kir ku heta girtiyan nekujin bernadin.

Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Salih Tekîn têkildarî rewşa girtiyên nexweş ji ANF’ê re axivî.

Salih Tekîn destnîşan kir ku girtiyên nexweş dema tên ber mirinê, yan jî li zindanê jiyana xwe ji dest didin, wê demê biryara berdanê tê dayîn.

Tekîn got pirsgirêka girtiyên nexweş ti carî nebûye yek ji rojeva bingehîn a Tirkiyê û wiha axivî;

Bi dehan girtiyên nexweş hene ku nikarin rabin û bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe bidomînin. Têkildarî vê pirsgirêkê rapor û serlêdanên me hene. Me ev pirsgirêk gihand heta ber destê raportorên Yekîtiya Ewrûpayê. Lê belê heta niha gavek nehatiye avêtin.

Rêveberê MED TUHAD-FED’ê lewaziya muxalefetê û rêxistinên civakî yên sivîl jî rexne kir û wiha got;

Lewaziya gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên li pêşberî vê pirsgirêkê, karê me girantir dike. Her wiha em zehmetiyê dikişînin ku xwe bigihînin girtiyên nexweş ên di lîsteyên me de ne. Ji Edîrneyê heta Derya Reş, ji Anatoliya Navîn heta Wanê li gelek zindanan girtiyên nexweş hene. Ji ber ku em bi tena serê xwe muxatebê van pirsgirêkan e, bersiv ji serlêdanên me re nayê dayin.

Salih Tekîn xwest ku heyetên serbixwe yên mafê mirovan serdana girtîgehan bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv