Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî jibo piştgirîya pêngavê şevberka dayîkên dengbêj hate lidarxistin 21.09.2020

 

Jinên penaber bi dengê xwe piştgirî dan pêngava KCK’ê

Li wargeha Penberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengtiya Meclisa Îştar û Tevgera jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) de, ji bo piştgirî bidin pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” şevek ya şevbêrka dayîkên dengêbêj hate lidarxistin.

Beriya şevbêrk were destpêkirin deqeyek rêz ji bo giyanê tevahî şehîdên Kurdistanê hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclisa Îştar Nuran Sezgîn axaftinek kir.

Sezgîn di destpêka axaftina xwe de balkêşand ser banga KCK’ê û wiha axivî: “KCK’ê ji dagirkeriyê, tecawiz, tunekirin, komkujî, girtin, kuştin û hemû cûreyên destdirêjiyê re got ‘êdî bese’ û pêngava dîrokî da despêkirin. Em jî wek wargeh ne tenê piştgiriya vê pêngavê dikîn, belku em wek jin û ciwanên vê wargehê yên ku tu caran desthilatdarî û faşîzm qebûl nekirine û bi hemû hêza xwe cardin emê pêşengtiya vê pêngavê jî bikîn. Em li vir bang li tevahî jin û ciwanan dikîn ku heya em desthiladarî û faşîzmê têk nebin, pêwîste jin û ciwan rûniştinê ji xwe re qebûl nekin.”

Dayîkan bi dengê xwe piştgirî dan pêngavê

Piştre ji aliyê 5 dayikên dengbêj ve stranên dengbêjî hatin gotin. Dayikan di stranên xwe de qehremantiya cenga Haftanînê vegotin û bi tilîliyan stranên xwe xemilandin. Şevberk rastî eleqeyek mezin a şêniyên wargehê hat. Şevberka dengbêjiyê bi girtina dîlanê dawî bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv