Ligel çalakiyên civakî, sektora aboriyê jî destekê dide boykota malên Fransî.
Şîdeta reaksiyonan bi taybetî li Yemen û Pakîstan û Bangladeşê zêdetir e.
Hin beşên civakê yên li wan welatan, li dijî Fransayê daxwaza girtina tedbîrên tundtir dikin.
Serokê Fransayê Emanûel Makron, piştî kuştina mamosteyê Fransî ya ji aliyê fanatîkeke olperest, gotibû “ola îslamê di krîzê de ye”.
Ev jî li gelek welatên misilman bû sebebê şermezarkirina Makron û Fransayê.
Reaksiyonên li hember gotinên Makron, li welatên wekî Tirkiye, Kuweyt, Qetar û Urdunê piranî bi forma boykota berhemên fransî dom dike.
Li van welatan, gelek market berhemên Fransî ji refên xwe dadixin û bi vî awayî tevlî boykotê dibin.
Lê belê li hin welatên din, li dijî helwesta Makron çalakiyên girseyî tên lidarxistin.
Yemena ku bi salane ji ber şerê navxweyî dinale, bû yek ji navenda van çalakiyan.
Di çalakiya li bajarê Adenê, çalakgerên bi hêrs ligel sloganên li dijî Makron alên Fransayê şewitandin.
https://www.ruptly.tv/en/videos/20201027-030-Pakistan–Protesters-calling-for-French-boycott-burn-effigy-of-Macron-after-comments-on-Islam
Duh li bajarê Karaçî ya li Pakîstanê çalakiyeke li dijî Fransayê hat lidarxistin.
Bi sedan kesên tevlî vê protestoyê bûn, wêneyê serokê Fransî şewitandin.
Herwiha, çalakger ji hukumetê daxwaz kirin sefîrê Fransî jî biqewirîne û têkiliyên dîplomatîk bi vî welatî re bibire.