8 C
Amed
29 Sibat 2020
Sterk TV – zindi, canli, live, kurdî, kurmancî, soranî, zazakî, dimilkî, hewramanî, zindî, Kurdistan
Nûçe Nûçeyên Dawî

Li Xakûrkê 4 leşkerên Tirk hatin kûştin

 

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Ş. Bager û Ronya Hêzên Parastina Gel HPG’ê de, li Xakûrkê ya Herêmên Parastin ên Medyayê şervanên HPG’ê çalakiya li dijî artêşa Dewleta Tirk a dagirker pêkanîn. Di çalakiyê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kûştin.

HPG’ê dîmenên çalakiyê belavkirin û derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Ş. Bager û Ş. Ronyayê de, hêzên me di 30 Çileyê de li herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastin ên Medyayê li tem Derwêş, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêkanîn.

Hêzên dijmin ên li vê girê bicihbûne hatine tine kirin. Li gorî agahiyên bidestketin 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Hêzên artêşa Tirk a dagirker, piştî çalakiyê bi çekên giran, derdora girê mijara gotinê bi çekên giran topbaran kir. Piştî wê helîkopterek ji tîpa Skorkskyê kuştî û birîndarê artêşa Tirk a dagirker ji cihê çalakiyên dûrxist. ”

 

Ev jî hatin dîtin

Li ser 3 Parlementerên HDP’ê 7 fezleke pêşkêşî meclîsê hatin kirin

Stêrk Tv

Hêzên Yûnanîstanê bombeyên gazê davêje koçberên li ser sînor

Stêrk Tv

Tirkiyê koçberan vediguhez sînorê xwe bi Yûnanîstanê re

Stêrk Tv

Tirkiyê deriyê xwe bi Yûnanîstanê re ji Koçberan re vekir

Stêrk Tv

Derbarê rewşa Rêber APO de rêxistinên Kurd daxuyanî dan

Stêrk Tv

Rojnamevan M. Elî Ertaş çalakiyên ku wê li Bakur pêkbên ragihand

Stêrk Tv