PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
LI ZINDANAN GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDEM Û DORVEGER DI ROJA 62’AN DE YE
Ji 27’ê Mijdarê li zîndanên dewleta Tirk girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bê-dem û dorveger kiribûn.
Çalakiya ku ji bo şikandina tecrîd û azadiya rêber APO destpêkiribû 62 roj li pey xwe hişt.
Li derve jî ji bo xwedîderkerina zindaniyan çalakî tên lid arxistin.
Rêxistina HDP’a Mêrdînê bi daxuyaniyekê berxwedana li zindanan silav kir.
Di çalakiyê de destpêkê hevserokê HDP’a bajêr Salîh Kuday axivî..
Paşê parlementera HDP’ê Pero Dundar axivî û got, daxwazên girtiyan daxwazên me ne.
Ji bo xwazên girtiyan werin qebûlkirin em hîn bêtin di nava tevgerê de bin.
Li Amedê jî endamên Komeleya MEBYA-DER’ê jî ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyan xwest li parka Koşûyoluyê daxuyaniyekê bide.
Polîsên dewleta Tirk dor li girseyê girt û destûra daxuyaniyê nedan.
Tevî astengiyan gel bi siloganan berxwedana li zindanan silav kirin û peyama berxwedanê dan.
Paşe girseyê berê xwe da avahiya HDP’ê ya li Sûrê û li wir daxuyaniyek dan.