Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li zîndanên dewleta tirk çalakiya girtiyan 55 roj li pey xwe hişt 20.01.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK ÇALAKIYA GIRTIYAN 55 ROJ LI PEY XWE HIŞT

Li zîndanên dewleta Tirk a dagirker, girtiyên azadiyê di nava zext û faşîzmeke giran de li ber xwe didin.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye rabûne û di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem de ne.

Koma 11’an çalakiyê bi rê ve dibe û 55 roj li pey xwe hiştin.

Li derveyî zîndanan jî bi pêşengiya DBP û HDP’ê çalakî pêk tên.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
“DIVÊ TAVILÊ DAXWAZÊN GIRTIYAN WERIN BICIHANÎN”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê ya Amedê li parka Koşuyolu bi beşdariya parlementeran û gelek welatiyan daxuyaniyek da.

Hevseroka DBPa Amedê Seval Gulmez daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de zext û faşîzma li zîndanan, rewşa girtiyên nexweş û belavkirina vîrusê ji aliyê rêjîma faşîst ve hat bibîrxistin.

Bi vê yekê bal hat kişandin ser wê yekê, ku girtiyên azadiyê di van şert û mercan de biryara berxwedanê dane.

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk hat kirin, ku tavilê daxwazên girtiyên azadiyê bi cih bîne.

Li navçeya Şirnexê Hezexê jî ji bo piştgiriya bi berxwedana girtiyên azadiyê re tevî hewldanên astengkirinê ji aliyê polîsên rêjîma faşîst ve HDP’ê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya li vir jî ji aliyê Hevserokê HDPa Hezexê Yasîn Oztaş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Daxwazên bi hezaran girtiyên azadiyê daxwazên me ne û emê li hemberî banga wan bêbersiv nemînin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
“DAXWAZÊN ZAROKÊN ME DAXWAZÊN ME NE”

Dayîkên girtiyên azadiyê jî piştgiriya bi berxwedana zarokên xwe re radigihînin.

Gerîlaya YJA-Starê Sema Koçer li navçeya Agirî Bazîdê bi çalakiya canbexşane navê xwe li dîroka têkoşîna azadiyê nivîsandibû.

Birayên wê Abdulrahîm û Mele Îbrahîm Aşkara jî li zîndanê girtiyên azadiyê ne.

Dayîka wan Kudret Aşkara jî axivî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv