PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK ÇALAKIYA GIRTIYAN 58 ROJ LI PEY XWE HIŞT
Li zîndanên dewleta Tirk a dagirker, girtiyên azadiyê di nava zext û faşîzmeke giran de li ber xwe didin.
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye rabûne û di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem de ne.
Koma 12’an çalakiyê bi rê ve dibe û 58 roj li pey xwe hiştin.
Li derveyî zîndanan jî bi pêşengiya Jin û Ciwanan çalakî pêk tên.
Endamên meclîsa ciwanên HDP’ê îro jî li gelek navçeyên Stenbolê di nava tevgerê de bûn.
Ciwanan li ser diwaran ‘Ji rêber APO re, azadî’ Deng bibin berxwedana zindanan û Bijî serok APO nivîsandin.
Û banga mezinkirina piştgiriya bi berxwedana girtiyên azadiyê re kirin.