“PÊŞÎ EŞKENCE KIRIN PIŞT RE LINGÊ WÎ ŞIKANDIN”
KERVAN BAYHAN JI ALIYÊ QERDIYANÊN ZINDANA AMED’Ê VE HAT ÊŞKENCEKIRIN
Li zindanên Dewleta Tirk, faşîzma AKP/MHP’ê di asta herî jor de didome.
Qerdiyanan li zindana Amed’ê girtiyê bi navê Kervan Bayhan îşkence kirin û lingê wî şikandin.
Li Girtîgeha Bunyanê jî gef li girtiyan dixwin.
Serhat Kûşlû ku li zindana Amed’ê li gel Kervan Bayhan girtiye, bi rêya telefonê buyerê ji malbata xwe re eşkere kir.
Alîhan Kûşlû agahiyên ku kurê wî Bayhan ji re parvekiriye wiha anî ziman:
“Lawê min îro li min geriya û got; ‘qerdiyanan serê sibê li Kervan Bayhan dan û lingê wî şikandin. Gelek hevalên me jî kirine hucreyên yek kesî û em nikarin agahî jihev bigirin. Ji ber zilma li zindanê girtî xwarinê jî, ji rêveberiya girtîgehê nagrin.
Girtiyê bi navê Cûmalî Yildirim ku li Zindana Bunyanê tê ragirtin jî bi rêya telefonê ji malbata xwe re axivî.
Cûmalî Yildirim, eşkere kir ku qeradiyan gefa kuştinê li wan dixwin.