Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CiwanNûçeyên Dawî

Li Stenbolê çalakiyên Yekîniyên Tolhildanê

 

YEKÎNEYÊN TOLHILDANÊ LI STENBOLÊ LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWÎ ÇALAKÎ KIRIN

Yekîneyên Tolhildanê bi rasthatina salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêber APO, çalakiyên xwe berfirehtir kirin.

Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê li dijî rêveber û hevkarên AKP’ê çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî û Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz li dijî komploya 15’ê Sibatê ya navneteweyî li Stenbolê çalakî kirin.

Derbarê çalakiyan de ev agahî tên dayîn,

Yekîtiya Tolhildanê ya Sorxwîn Roboskî 9’ê Sibatê li kolana Kalfa Çeşmesî ya taxa Altûnîzade ya navçeya Uskudar a Stenbolê, li dijî restoranteke du qatî ya nokerekî çalakî li dar xist.

Restorant bi temamî hate şewitandin.

8’ê Sibatê jî li dijî wesayiteke luks a rêveberê AKP’ê çalakiya sabotajê hate kirin.

Di encamê de wesayit hate şewitandin. Ji ber ku şewat bi avahiya ew şexs lê bû ket, polîs û agirkuj sewqî herêmê bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha tê gotin,

Bi hêrsa 21 salan a li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê em ê çalakiyên xwe mezintir bikin. Her roja ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad nebûye, sedema me ya çalakiyan e. Em ê jiyaneke bê Rêbertî qebûl nekin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv