LÎSTIKA NÛ YA REJÎMA FAŞÎST; ÎDIANAMEYA KOBANÊ
YEK JI ‘ŞAHIDÊ’ ÎDIANAMEYA KOBANÊ LÎSTIK PÛÇ KIR
Rejîma faşîst bi devê tifingê zora Kurdan nebir.
Îcar bi rêya daraza xwe dixwaze bi korsanî derewa xwe bike rastî.
Piştî ku dadgeha ewropayê biryar da ku hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş were berdan.
Hemû îsnad û îdiyayên rejîma faşîst û daraza wî pûç bûn.
Bi vê biryarê eşkere bû ku weke komkujiyên din di serhildanên 6-8’ê cotmehê de ku ji bo Kobanê pêk hatin, ji rijandina xwîna kurdan Erdogan berpirs e.
Erdogan ê faşîst ku bi vî awayî li ser sûc hat ziftkirin, bi daxuyaniyên xwe talîmat da daraza xwe.
Dozgerê rejîma Erdogan, Ahmet Altun der barê siyasetmedarên kurd de îdianameya ‘nû ya Kobanê’ amade kir.
Îdianame 3 hezar û 530 rûpel e. Li ser îfadeya 7 kesan hatiye amadekirin.
Di îdianameyê de 108 siyasetmedar tên sûcdar kirin.
Yek ji “şahidê” ku dozger îdianame li ser îfadeyên wî nivîsandiye Samî Baran e.
Samî Baran li ser hisabê xwe yê Facebookê lîstika rejîma faşîst jî eşker kir.
Samî Baran dibêje; min ji polîsan re got, dermanên min ên reçeteya kesk hene. Hişê min ne li serê min e. ez tu tiştekî îmze nakim.
Bi min dan îmzekirin. Min got; temam ez ê îmze bikim lê nikarim bixwînim, çavê min nabîne. Heke ji ber van sibe tiştek bi serê min were ez ê qiyametê rakim.
Piştî van lixwemikurhatinên Samî Baran weke gelek dozên der barê siyasemedarên kurd de eşker bû ku ev doz jî lîstikeke rejîma faşîst a tirk e.