Şer û pevçûnên dijwar li Heftenê diqewime.
Bi destura hêzên Başûrê Kurdistan û Iraqê artêşa Tirk van êrişan pêk tîne
Yek ji fermandarên YJA Starê Lorîn Andok bersiv da kesên ku dibêjin oparasyon li dijî PKK’ê têkirin û got:
Xaka Başûrê Kurdistanê tê dagiririn.
Lorîn Andok anî ziman ku şer zêdetir bi rêya pîskolojî tê meşandin.
Dewleta Tirk bi destûra Iraqê ji 15’ê Hezîranê ve êrişan dibe ser herêmên parastinê yên medyayê.
Ev şerê dijwar zêdetir li Hafetnînê rû dide.
Gerîlayên HPG’e û YJA-STAR’ê nêzî mehekî ye bi her awayî li dijî tevgera dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê li ber xwe didin.
Yek ji fermandarên YJA Starê Lorîn Andok li ser êrişên dewleta Tirk û berxwedana gerîla ji ANF’ê re axivî û êrişên dewleta Tirk wek hewldanan dagirkirina xaka Kurdistanê binav kirin.
Lorîn Andok got, “Hin hêz dibêjin, ‘gerîla li Başûr in, lewma dewleta Tirk êriş dike” û wiha bersiv da van gotinan:
Gerîlaya YJA Starê Lorîn Andok anî ziman ku dewleta Tirk tevî hêza xwe ya teknîkê jî li pêşberî gerîlayên HPG û YJA Starê bêçare dimîne û got, ji sedî 95ê şerê wan, şerê psîkolojîk e.
Lorîn Andok qala bi karanîna cerdevanan a di tevgerê de jî kir û wiha got:
Dijmin di her tevgera xwe de cerdevanan dide pêş. Pêwîste cerdevan jî vê rewşê bibînin û li rastiya xwe vegerin, ji şaşitiyê vegerin. Haya her kesî divê ji polîtîkayên dijmin hebe.