Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan dagirkeriya Dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê nirxand.
Mûrat Karayilan anî ziman ku Dewleta Tirk hewl dide herêmek tampon ava bike û bi vî rengî Başûr têxe bin kontrola xwe.
Û bêdengiya partiyên li Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê jî rexne kir.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Welat re axivî.
Karayilan destpêka di salvegera şehadeta wan de Zeynep Kinaci, Sema Yuce, Fîlîz Yerlîkaya, Diyar Xerîb, Şêx Seîd û şehîdên Kurdistanê bi bîr anî.
Karayilan bal kişand ser êrişên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê û got Dewleta Tirk hewl dide herêmek tampon ava bike.
Karayilan anî ziman ku armanceke din a êrişên dagirkeriyê derxistina nakokiyan e.
Mûrat Karayilan xwest ku her kes konsepta nû ya Dewleta Tirk bibîne û nekeve xefikê.
Karayilan bêdengiya partiyên li Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê rexne kir û got çima li dijî dagirkeriyê ranabin.