Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
AnalîzCivakîNêrînNûçeyên DawîSîyasî

M. Karas: Hunermend li dijî modernîteya kapîtalîst parêzvanên civakê ne

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasu derbarê huner û çandê de nirxandinên girîng kirin.

Ev jî beşek ji nirxandinê:

Di serdema heyî de tê destnîşankirin ku li dinyayê bêedaletî, bêwijdanî, newekhevî, exlaq û nirxên civakî û têkiliyên însanî di asteke bilind de xera bûne, berjewendî, mêtingerî, têkiliyên ji bo qezencê derketine pêşiya her nirxî. Ne tenê jiyana xwezaya destpêkê, her wiha jiyana civakî ku xwezaya duyemîn e di asteke metirsîdar de alarmê dide.

Bêguman dewlet her tim xwedî karakterê mêtingeriyê, zilm û zordariyê ne. Lê belê ti carî mîna sed salên dawî yên bi serweriya modernîteya kapîtalîst zordar nebûne. Wijdan, xlaq, maf, hiqûq, edalet ti carî ewqasî nehatine binpêkirin.

Beriya kapîtalîzmê dewletan serweriya xwe ya otorîteya siyasî li qadên dagirkirî û serdest ji xwe re dikirin esas. Jiyana civakî li gorî nirxên exlaqî civakî yên wê herêmê diafirî. Dewlet di mijara jiyana civakî de di çarçovya nirxên exlaqî yên civakî de dikete nava nêzîkatiyekê.

Bi feraseta netewe-dewletê ya kapîtalîzmê re kete nava hewldaneke welê ku her kesî bixe nava qalibekî û heta hucreyên civakê li ser tevahiya civakê serdest be. Her ku kapîtalîzm xurt bû û rastiya civaka mezaxtinê belav kir, hemû nirxên exlaqî, wijdanî, wekhev ên civakî tine kir, li şûna wê jî ezextî, berjewendîperestî esas wergirt. Berjewendî jî ji ber ku pênaseyeke bêdawî ye, yên ku ev ji xwe re kirin esas nirxên civakî hemû hilweşandin. Di atmosfera heyî ya madiyat û ezeztiyê de kî dikare qala kîjan nirxên exlaqî, wijdanî, wekhev ên civakî bike!

Karasû: HUNERA CIVAKÎ YA BI NÊRÎNA SOSYALÎST

Heta dema nêz, heta ku modernîteya kapîtalîst roj bi roj bandorê li ser tevahiya civakê bike civak xwedî nirxên exlaqî, wijdanî, wekhev bûn. Jiyana civakî xwe dispart vê rastiya bi hezaran bi deh hezaran salî, lewma hilweşandina van nirxan ne hêsan bû. Heta sedsala dawî ev nirx ne tenê li civaka bejahî her wiha li nava bajaran jî di asteke girîng de hatibûn parastin.

Lê belê piştî ku nirxên modernîteya kapîtalîst bandor li hucreyên civakê kir, bi taybetî ezeztî û civaka mezaxtinê xurt bû, hingî nirxên civakî tengav bûn û têk çûn. Modernîteya kapîtalîst nirxên civakî yên wijdan, edalet, wekhev, exlaq, hezkirin, hurmetê têk bir. Beriya her tiştî divê ev tespît bê kirin û were destnîşankirin.

Li dijî êrişên li hemberî nirxên civakê, mirovahiyê di herikîna dîrokê de timî li ber xwe da. Bawerî, ol, terîqat, pêxmber, fîlozof, derwîş, ewliya, zana hemû bûn parêzvanên civakî yên esasî û bi vî rengî cihê xwe di dîrokê de girtin. Ji ber ku êrişa herî berfireh a li dijî civakê ji aliyê kapîtalîzm û modernîteya wê hate kirin, li dijî şêweyê jiyana siyasî, çandî, civakî û aborî ya kapîtalîst pêwîstî bi rabûneke civakî ya bi rêk û pêk a fikrî û jiyanî çêbû. Destpêkê sosyalîstên utopîk mîna Saînt Sîmon, Robert Owen û Charles Foûrîer pêşniyarên jiyana komunal destnîşan kirin.

Di sedsala 19’an de rêberên sosyalîzma zanistî ya di şexsê Marks û Engels de berbiçav bûn, gotin ku nêrînên wan wê nikaribin bibin alternatîf li pêşberî kapîtalîzmê û tezên xwe yên îdeolojîk-teorîk destnîşan kirin. Rêberên mîna Roza Luksembûrg û Lenîn teoriyên sosyalîzma zanistî ya Marks û Engels li şert û mercên sedsala 20’an anîn ku jê re serdema emperyalîst jî dihate gotin.

Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Lenîn li Rûsya ya Çarlik şoreşeke sosyalîst hate kirin. Divê ev yek weke şoreşeke parastina icvakê ya li dijî mêtingeriya kapîtalîzmê bê nirxandin û weke gavekê bê dîtin. Piştre kêmasiyên reel sosyalîzmê ji aliyê parastina civakê ve derketibin holê jî şoreşa Cothema 1917’an ji bo parastina civakê li dijî kapîtalîzmê derkete holê.

Piştî ku kapîtalîzm derkete holê, nrixên civakî ji holê rakir û belav kir, hunermend, wêjevan û mirovên çandê yên ku timî bûn parêzvan û berdevkên civakê, di sedsalên 19 û 20’an de bi nêrîna sosyalîst cihê xwe di nava têkoşîna parastina civakê de girtin.

Hunermend û wêjevanên ku di herikîna dîrokê de timî nirxên civakî parastin û lê bûn xwedî, piştî ku nirxên civakî bûn hedefa êrişeke bi rêk û pêk, xwestin ku bi projeya jiyanê û fikrî ya bi rêk û pêk bersivê bidin vê êrişê. Ji ber vê yekê jî bi hunera civakî û nêrîna sosyalîst li dijî kapîtalîzmê bûn beşeke girîng a têkoşîna sosyalîst.

Hunermend û wêjevan li gorî kevneşopî û mîrateya xwe ya dîrokî tevgeriyan û li dijî kapîtalîzm û modernîteya wê cihê xwe li nava têkoşîna sosyalîzmê girtin. Ji bo reel sosyalîzmê şaşitiyeke dîrokî bû ku kapîtalîzm li ser bingeha aborî nirxand, jê hebû ku dewlet û desthilatdariyên ku weke dijberê civakê derketin holê karibe li nava sosyalîzmê û civakê binirxîne.

Bi vî rengî li dijî çand û rêbaza jiyanê ya modernîteya kapîtalîst têkoşîneke xurt nemeşand, têkoşîna civakî rast nenirxand û kapîtalîzma dewletê û dewlet, burokrasiya wê xurt kir, ku ev yek berevajî armanca parastina nirxên civakî ya huner û hunermendan bû. Ev rewş şaşitiya tercîhên hunermendan nîşan nade, şaşitiya di pratîk û teoriya sosyalîzm û civakîtiya wê demê radixe pêş çavan.

Şaşitiyên reel sosyalîzmê û huner û wejeya wê ya têkildarî civakê û civakparêziyê bêguman bandoreke neyînî li hilberîna huner û wêjeyê kir. Hunermend û wêjevanên ku di salên destpêkê yên şoreşê de pêşketinên mezin di hunerê de kirin û berhemên girîng afirandin, ji ber rêxistinbûna reel sosyalîzmê ya dewletperest, burokratîk, dûrî ji jiyana azad û demokratîk, xitimîn; rewşa li qada hunerê bi paş ve çû.

Hunermend ketin wê rewşê ku dewleta li jiyana civakî nayê û ne li gorî rola wan a dîrokî ye biparêzin. Bêguman ev hemû ne yên qebûlkirinê ne û mijarên bên rexnekirin e.

Lê belê piştî hilweşîna reel sosyalızmê parêzvanên modernîteya kapîtalîst û ramangerên wê, qelemşorên wê di çarçoveya neyîniyên reel sosyalîzmê de di ser kêmaisyên huner û hunermendên wê demê dest bi êrişeke îdeolojîk kirin ku huner û hunermendan hemûyan bixin xizmeta kapîtalîzmê.

Li dijî hunermendên ku civakîparêzî yanî sosyalîzm hilbijartin, li dijî feraseta hunera civakî dest bi êrişeke berfireh kirin.

Hewl dan ku hunereke şexsî, feraseta hunerê ya dûrî civakî, dûrî jiyana civakê û nêrîna sosyalîst weke feraseteke rast a hunerê bidin qebûlkirin û li ser vê bingehê hewl dan rê bidin pêşiya huner û hunermendan. Di êrişa xwe ya îdeolojîk de ya bi vî rengî meşandin hinekî bi pêş ketin jî. Feraseta huner û hunermendên şexsî, dûrî ji civakê li cîhanê belav kirin, zîhniyeteke mîna feraseta modernîteya kapîtalîst yekane jiyana siyasî, civakî û aborî ye û pratîkeke bi vî rengî derxistin pêş.

Di encama vê yekê de jî feraseta huner û hunermendiyê ya li pêşberî nirxên civakî xemsar in û dengê xwe li belavbûna nirxên civakî nake serdest kirin. Li dijî kapîtalîzm û modernîteya kapîtalîst a dijminê civakê û civakîbûnê ye, feraseteke huner û hunermendiyê ya ku helwestê nîşan nade û beşek ji wê jiyanê ye, serdest bû.

HÊRSA HOZAN Û AŞIQAN

Gelo huner û hunermendiyeke bi vî rengî dibe? Huner û hunermendî li dijî çi heye? Dema ku mirov li mijarên huner û wêjeyê yên salên 1950, 60’î û 70’î yên li Tirkiye û Kurdistanê binerin dikarin bersiva vê yekê bibînin. Tirkan di lawij, roman û helbestan de kîjan mijar dinirxandin? Ne tenê gotin û nivîsên hunermend û wêjevanên çep, sosyalîst, Elewî, her wiha yên ne li eniya çep û Elewî jî nirxên civakî nirxandin.

Em bala xwe bidin ser lawij û stranên ozanên wê demê yên Elewiyan. Aşiq Davût Sûlarî, Aşiq Daîmî, Aşiq Mahsûnî, Mûhlîs Akarsû, Aşiq Gûlabî, Îsmaîl Îpek, Mahmût Erdal, Aşiq Şahtûrna, Aşiq Emekçî, Aşiq Perîşan Alî, Aşiq Nesîmî Çîmen, Ahmet Kaya û bi dehan hunermend û hozanên gel di lawij, stranên xwe de hêrsa li dijî lawazbûna nirxên civakî, ezeztî û berjewendîperestiyê anîn ziman.

Her wiha Aşiq Îhsanî, Rûhî Sû, wêjevan Yaşar Kemal, Orhan Kemal, Ahmet Arîf, Can Yucel, Nazim Hîkmet, Hasan Huseyîn Korkmazgîl, Azîz Nesîn, Vedat Turkalî, hunermendên sînemayê Yilmaz Guney, Kemal Sûnal û Ayşen Grûda hesret û nirxên civakê parastin.

Mirov bala xwe bidin ser sekna van hunermendan dikarin hîn bibin ku divê huner çawa bê kirin. Perwerdeya herî mezin a ji bo hunermendan di van salan de hatiye destnîşankirin. Sekna huner û hunermendiyê bi zelalî di helwesta li dijî kapîtalîzmê de dikare bê dîtin.

Sekna ontolojîk wiha ye. Her sekna li derveyî vê yekê sekneke ne di rê de ye. Bêguman piraniya ozanên Elewî Kurd in. Nexwendin û strana wan bi Kurdî kêmasiyeke. Em tenê li ser naveroka gotinên wan û sekna wan a civakî nirxandinê dikin.

Hunermend li dijî nexweşiyê bedewî ye, li dijî nebaşiyê mirovên hilberînerê başiyê ye. Li devera ku başî û bedewî bê kirîn û firotin gelo civakî dimîne? Gelo bedewî û başî dikare bibe meta? Dikare bibe amûreke kar û dewlemendiyê. Rewşeke ji vê bêhtir qirêj û bêexlaqî dibe? Dengbêjê Kurd Karapetê Xaço bi gotina ‘Gelo ti stran dikare bi berdêla pereyan bê gotin?’ ev rastî raxist pêş çavan.

Bêguman çanda kapîtalîzmê, rêbaza wê ya jiyanê, reklam, medya wê navendên şerê psîkolojîk e. Mîna ku Rêber Apo dibêje, profesor û entellektûelên kapîtalîst ku mêtingeriyê û dewletê rewa dikin Rahîbên Suner ên vê demê ne. Halbûkî nabe ku hunermend li gorî têgihiştina ku hatiye ferzkirin tevbigerin. Li dijî vê yekê divê nirxên civakê temsîl bikin. Rola dîrokî ya hunermendan wiha ye.

Huner û hunermend divê li dijî kapîtalîzmê xwedî seknekê bin. Niha di nava rewşa modernîteya kapîtalîst de hinek ji bo hebûna kapîtalîzmê rolê dilîzin, hinek jî bi huner û wêjeya xwe hewl didin bikin ku modernîteya kapîtalîzmê bê qebûlkirin.

Ev yek bi qasî afirînerên çanda modernîteya kapîtalîst û feraseta wê ya huner û wêjeyê metirsîdar e. Ji ber vê yekê divê li dijî hunermendiya kapîtalîst modernîst helwest bê nîşandan û li hemberî yên ku hewl didin modernîteya kapîtalîst bidin qebûlkirin hewelsteke zelal bê nîşandan.

Huner û hunermendan di tevahiya dîrokê de sîstema ferzkirî neparastine. Jiyaneke ku ji nirxên civakî xwestine û sîstema ferzkirî rexne kirine. Bûne ajîtator û propagandakarên hesreta jiyana civakî ya nû, nêrînên nû. Rola herî mezin a di dîrokê de ya hozanan de wiha ye. Ji ber vê yekê beriya şoreşên civakî ew bi nêrîn, hesreta xwe şoreşa civakê dimeyînin.

Her şoreşeke xwedî bingeheke çand û hunerê ye. Li ser vê rastiya civakî ya ku hunermendan di nava tevger û şoreşên civakî de meyandine, tevgerên civakî, şoreşên civakî hatine afirandin. Dema ku guherînên civakî yên di dîroka mirovahiyê de bên lêkolîn wê ev rastî bê dîtin. Dibe ku yek ji îstîsnayên vê yekê jî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd û şoreşên li gorî vê rastiyê bê nîşandan. Tevgera Azadiyê ya Kurd weke ku li se teht giha biçîne şoreşa civakî afirandin.

Di sala 1969’an de Kurdekî ku li Amedê Rêber Apo dît, qurmikek nîşanî wî da û jê re got, ‘mîna vî li me hatiye, tu yê karibe vî şîn bike’. Bêguman tinebûna Kurdan bi temamî bingeheke çandî ye. Rewşenbîrên Kurd mîna Dengbêjan û Ehmedê Xanî nirx û hesretên civakî anîn ziman. Lê belê di ti şoreşê de nehatiye dîtin ku xwe bispêre zemîneke welê lawaz a çand û hunerê û şoreşê pêk bîne.

Bi zext û zordariya li ser çand û hunera Kurdî re nirxên çand û hunera Kurdî bi vê şoreşa civakê derketin holê. Li aliyê din vê şoreşê li qada çand û hunerê gaveke mezin avêt, ev zindîbûna li qada çand û hunerê bêguman şoreşa civakî, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd xurt kir.

Pêngava rêbertî ya Rêber Apo û liv û tevgera civakî ya derket holê ji bo hunermendan jî daneyên bêhempa afirandin. Ev pêngava şoreşgerî ji bo huner û hunermendan nirxên mezin afirandin. Huner û hunermend jî xwedî li vê şoreşê derketin.

Ev jî hatin dîtin

19:00 Nêrîn

Stêrk Tv

18:00 Nêrîn

Stêrk Tv

18:00 Nêrîn

Stêrk Tv

18:00 Nêrîn

Stêrk Tv

18:00 Nêrîn

Stêrk Tv

18:00 Nêrîn

Stêrk Tv