Ji Mahmut Togrul nerazîbûna li dijî sosretiya dozgeriya Tirk a Dîlokê
Dozgeriya Tirk a Dîlokê îmze avêt bin sosretiya mezin û xebatên HDP’ê wekî sûc hesibandin.
Dozgeriyê di ser de jî gotina wekî “Partiya Qaşo” bi kar anî.
Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul nerazîbûneke tûnd nîşanê dozgeriya Tirk da û got: Polîs nivîsiye, dozger îmze kiriye. Ev ne îdîanem, derewnameye.
Togrul bê hiqûqiya li Tirkiyê jî destnîşan kir û got: Divê fakulteyên hiqûqê vê mijarê bigirin dest. Îdîanemeyek çawa nikare were amadekirin, wekî mînak nîşan bidin.