Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve? 07.11.2020

ŞIRNEX – Dadgeha Îstinafê ji bo 19 hezar TL cezayê pereyî yê li polîsê ku birayên hev Mûhammed ê 7 salî û Fûrkanê 6 salî bi panzêrê eciqandibû û kuştibûn, gotibû “guncan” e. Dayika her du zarokan nerazîbûna xwe ya ji bo biryara navbirî anî ziman û got: “Hewce bû, heta hetayê ceza li van kesan bihata birîn. Ev biryar nayê qebûlkirin. Xwedê ji wan re nehêle.”

Di 3’yê Gulana 2017’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê, ajovanê panzêrê polîs Omer Yegît, berê panzêrê dabû mala malbata Fûrkan. Panzêr pêl Mûhammed Yildirimê 7 salî û Fûrkan Yildirim ê 6 salî kiribû û her du birayê di xew de kuştibûn. Di doza hatibû kirin de dadgehê 19 hezar TL cezayê pereyî li polîs Omer Yegît birîbû û ji bo amîrê wî Mûrat Maden jî biryara beraetê dabû. Piştî vê parêzerê malbata Yildirim serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dabû. Lê belê Daîreya Ceza ya 16’an a Îstinafê ji bo biryara dadgeha herêmî gotibû “ne li dijî qanûnê ye, guncan e.”
Dayika her du birayan Nesîme Yildirim, bertek nîşanî biryara navbirî da û got, dibe ku kujer nehatibin cezakirin, lê helbet wê li dadgeha Xwedê bên darizandin.
‘XWEDÊ JI WAN RE NEHÊLE’
Yildirim, destnîşan kir ku Xwedê heqê zarokên wê nehêle û got: “Em vê biryarê qebûl nakin. Lê tiştek ji destê me nayê. Me ew qas hewl da ku kujerên zarokên me bi awayekî giran bên cezakirin. Lê biryareke rûreş hat dayîn. Dibe ku di vê mehkemê de em bi ser neketibin, lê di mehkemeya xwedê de em ê bi ser bikevin û ev ê ji wan re nemîne. Xwedê heqê tu kesî ji kesî re nehêle. Hewce bû ku heta mirinê ev kes bihatina cezakirin. Ev biryar nayê qebûlkirin. Xwedê ji wan re nehêle.”
‘MA BI RIHETÎ XEW BI ÇAVÊ WAN DIKEVE?’ 
Dapîra Muhammed û Furkan Ayşe Yildirim jî li dijî vê biryarê nêrazîbûnên xwe anîn ziman. Dapîr Yildirim, bilêv kir ku hêviya wan a ji bo edeletê nemaye û got: “Ji bo ku dilê me rehet biba bila ev kujer bihatana cezakirin. Ger ku sucdar nebûna ev kesên ku bûne sedemê mirina zarokên me wê lêborîn ji malbatê xwestibûna. Lê ew jî nekirin. Çi karê wê panzerê li wê kolanê hebû? Ne pêvçûnek hebû, ne şerek hebû çi karê wê panzerê li kolana me hebû? Zarokên me di xew de kuştin. Wîjdana wan rehet e, ew dikarin rehet birazên?  Ma çi heqê wan hebû wan ev anî serê me? Heta ku em sax bin, em ê jibîr nekin. Tenê 3 meh cezayê girtîgehê danê û pişt re şandin malê. Mereqa min ew e ku ez carekî rûyê kujerê nevîyên xwe bibînim. Ev çi polîs bû, bû sedema zarokên me? Em kurd in ji ber wê ceza jê re nebirîn. Ma ne zarokên wan in yên me ne. Ne dilê wan, dilê me dişewite. Bila ceza bidana vî kujerî da careke din zarên xelkê qetil nekiribana. Çend bûyer wisa qewimîn, kîjan kujer ceza kirin? Kujeran diparêzin çimkî ew jî tirk in.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv