Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Malbata Omer Bartan: ‘Ji ber ku wî sixurtî qebûl nekir PDK’ê ew teslîm kir’ 01.03.2021

 

PDK’Ê OMER BARTAN TESLÎMÎ DEWLETA TIRK KIR
MALBATA BARTAN: JI BER KU WÎ SIXURTÎ QEBÛL NEKIR PDK’Ê EW TESLÎM KIR

Siyasetmedarê Kurd Omer Bartan ji ber zilma dewleta Tirk û ji bo nekeve zindanên wê, li Hewlêrê dima.

Dadgeriya tirk bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ cezayê hepsî lê biriye.

Li gel vê rewşê jî Asayîşa PDK’ê 28’ê Çile ew teslîmî dewleta Tirk kir.

Omer Bartan niha li Girtîgeha Şirnexê a Tîpa T tê ragirtin.

Bartan 22’yê sibatê bi telefonê bi malbata xwe re diaxive û tişta hatiye serê wî ji wan re dibêje.

Birayê Bartan Bekîr Bartan diyar kir ku kekê wî bi salan di partiyên siyasî yên kurdan de xebatiye û got:

Di dozekê de 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Ji ber ku dadgeha bilind cezayê wî erê kir, neçar ma biçe Herêma Federe ya Kurdistanê.

Birayê min 3’yê Tîrmeha 2019’an, ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê bêyî ku tu hincetekê nîşan bidin hat girtin.

Bekir Bartan dide zanîn ku li ser vê yekê ew çûye Hewlêrê lê nehiştine ew birayê xwe bibîne.

28’ê Sibatê jî PDK’ê birayê wî teslîmî Tirkiyeyê kir.

Bekir Bartan tiştên ku kekê wî jê re gotine jî wiha eşkere kirin:

Birayê min got; ‘Ez 19 mehan di girtîgeha Hewlêrê de mam.

Her tim zext li min dikirin ji bo bibim sîxur.

Min ev daxwaza wan her tim red kir. Di girtîgeha Hewlêrê de, zext û tecrîdeke giran a PDK’ê li ser kesên li Tirkeyê ceza girtine heye.

Girtî, di şertên pir xirab de dimînin.

Ji ber ku min daxwaza wan a sîxûrtiyê red kir, 28’ê Çile, dest û çavên min girêdayî, ez teslîmî Tirkiyê kirim.’

Birayê min niha li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, di qawîşa karantînayê de tê ragirtin.

Bekîr Bartan herî dawî got: divê tu kes li hemberî vê îxaneta PDK’ê bê deng nemîne.”

Dayika Bartan Hurî Bartan jî got; min 6 sal in kurê xwe nedîtiye.

Ger di nava Kurdan de yekitî hebûya, îro PDK’ê ne dikarî kurê min teslîmî Tirkiyê bike

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv