Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Malbatên Girtiyan: Daxwaza zarokên me daxwaza me ye

 

Ji 27’ê Mijdarê ve li girtîgehên dewleta Tirk girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dor veger dene.

Malbatên zindaniyan ragihandin ew li peyî doza zarokên xwene û gotin: Em amadene li ber derê girtîgehan konan vedin.

Li aliyê din zextên li ser girtiyan jî dewam dike.

Gardiyanên dewleta Tirk ji bo şewba Korona belav bibe li qawişan digerin.

BERXWEDANA GIRTIYAN JI BO AZADIYA RÊBER APO
MALBATÊN GIRTIYAN: DAXWAZA ZAROKÊN ME DAXWAZA ME YE

Çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo azadiya rêber Abdulah Ocalan a li girtîgehên dewleta Tiirk bi koma duyem dewam dike.

Çalakiya koma duyemîn a dîlên azadiyê ji bo şikandina tecrîdê di roja 2. de ye

Malbatên girtiyan dibêjin ku ew li peyî doza zarokên xwe ne.

Yesûre Tûfan ku kurê wê Ezîz Tûfan di Girtîgeha Jimare 1 a Amedê de ye, diyar kir ku daxwazên zarokên wan daxwazên wan in.

Endama meclisa dayîkên aştiyê Yesûre Tûfan da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de diviyabû zarokên wan

serbest hatiba berdan û got, li şûna bên berdan bi êşkencê re ru bi ru mane.

Sulhiye Sarûhan ku kurê wê Mahsûn Sarûhan di Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T’yê de dimîne van pirsan di pirse.

LI GIRTÎGEHAN ZEXTÊN DEWLETA TIRK
GIRTIYÊN GEBZEYÊ: GARDIYAN HEWL DIDIN CORONAYÊ BELAV BIKIN
Li aliyê dinê zextên gardiyanên Tirk ya li ser girtiyan jî dewam dike.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M’yê ya Gebzeyê bi rêya telefonê binpêkirina mafan ji malbatên xwe re gotin.

Girtiyan diyar kirin ji ber şewba Coronayê ew nikarin qadên hevpar bi kar bînin û di navbera koxuşan de têkilî hatiye astengkirin.

Girtiyan diyar kirin ku gardiyanan bi hinceta lêgerînê li qawîşê wan digerin û hewldidin şewba Coronayê belav bikin.

Ev jî hatin dîtin

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv