Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Malbatên girtiyên azadiyê yên di gireva birçîbûnê de ne: Em ê li daxwazên wan xwedî derkevin 03.12.2020

 

BERXWEDANA LI ZINDANAN A JI BO AZADIYA RÊBER APO
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ JI ALIYÊ KOMA DUYEMÎN VE TÊ BIRÊVEBIRIN

Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê pêngava ‘Li dijî qirina jinê dema parastina jin û civaka azad e’ û hevserokatiya konseya rêvebera KCK’ê jî pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” dabûn destpêkirin.

Armanca sereke a van herdû pêngavan jî azadiya rêber APO û parastina destkeftiyên jin û gelê kurd ji dagirkeran ne.

Girtiyên PKK û PAJK’ê jî 27’ê Mijdarê beşdariya xwe ya ji bo pêngavên KJK û KCK’ê ragihandin.

Wek gava pêşî jî girtiyên azadiyê çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî û bêdem danîn pêşiya xwe.

Koma duyemîn a ku 2’ê Kanûnê greva birçîbûnê dewrgirt pêşengî ji bexwedanê re dike..

BERXWEDANA LI ZINDANAN A JI BO AZADIYA RÊBER APO
MALBATÊN GIRTIYAN: EM Ê LI DAXWAZÊN WAN XWEDÎ DERKEVIN

Girtiyê azadiyê Mehmet Erbey yê li zindana Duzceyê jî di koma yekemîn cihê xwe digirt.

Mehmet Erbey bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û biryardariya xwe û hevalên xwe anî ziman.

Dayîka wî Meryem Erbey wiha peyama kurê xwe ragihand.

HEVSEROKA GIŞTÎ A ÎHD EREN KESKÎN:
ERKA ME EWE EM XWEDÎ LI DAXWAZÊN GIRTIYAN DERKEVIN

Hevseroka giştî ya Komela Mafên Mirovan ÎHD’ê Eren Keskîn der barê çalakiyên grevên birçîbûnê de axivî.

Eren Keskîn bal kişand ser bêhiqûqiyên li Îmraliyê û li tevahiya zindanan tên meşandin û wiha got:

Ji aliyê huquqê ve izahata astengkirina hevdîtinê nayê kirin, ji xwe pirsgirêka sereke jî ewe ku pergala tecrîda li Imraliyê li ser bingeha bêhiqûqiyê ava bûye. Destpêkê lazim e ev pergal ji hev de were xistin û tecrîd bi dawî bibe.

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan jî bi bîrxist û got, erke me ew e ku em li daxwazên wan xwedî derkevin.

BERXWEDANA LI ZINDANAN A JI BO AZADIYA RÊBER APO
CIWANÊN AMEDÊ BI MEŞEKÊ PIŞTGIRÎ DAN ÇALAKIYA GIRTIYAN

Li navçeya Amedê Peyasê jî şevê din ciwan daketin qadan û bi meşeke piştgirî dan çalakiya girtiyan.

Ciwanan bi sloganan berxwedana zindanan silav kirin.

ENDAMÊN MECLÎSA CIWANÊN HDP’Ê:
CIWAN WÊ BI TÊKOŞÎNA XWE TECRÎDÊ BIŞKÎNIN Û AZADIYA RÊBER APO PÊK BÎNIN

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê jî 22’yê Tîrmehê kampanyaya ‘Ji bo azadiyê bikeve nave tevgerê dabû destpêkirin.

Endamên meclîsê Mahmût Unal û Evîn Elîtaş li ser kampanyayê ji ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê re axivîn.

Û diyar kirin ku armanca kampanyaya wan a sereke şikandina tecrîdê û azadiya rêber APO ye.

Her wiha bang li tevahiya ciwanan kirin ku xwe hîn bêtir bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin..

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv