Malbatên şehîdan yên li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê helwesta ENKSê ku sistema perwerda bi kurdî red dike protesto kirin.
Malbatên şehidan dibêjin “ziman nasname û hebûna mirovane. Destkeftiyên ku di berdêla xwîna zarokên me de li Rojava pêkhatine, emê heta dawiyê biparêzin.”
Gelê Rojava bi giştî perwerdeya bi zimanê kurdî weke xeta xwe ya sor dibîne.
Meclisa Malbatên Şehîdan yên li Hesekê, Dirbesiyê, Til Temirê û Dêrikê helwesta ENKS’Ê ku bû sedemê bi dawîbûna pêvajoya lihevkirinê protesto kirin.
Rêvebirên ENKS’ê ku bi mehan bi rêvebiriya Rojava re rûniştin dora masê, piştî ku çûn Tirkiyê û hatin di mijara sîstema perwerdê û ya rêvebiriyê de helwesta xwe hişk kirin.
Di mijara perwerdê de ENKSê xwest ku sistema îro ya perwerda bi Kurdî ya li Rojava bigihere û li şûna wê sistema perwerdê ya rejimê were.
Di mijara rêvebiriyê de jî, ENKS’ê xwest ku sîstema hevserokatiyê ku yek ji bingehên demokrasiyê û ye were rakirin.
Sîstema hevserokatiyû herwiha li hember her cure gendeliyê jî yek ji rêbazên herî kêrhatiye.
Malbatên şehidan yên li gelek bajarên Rojava, li hember helwesta ENKSê dan xuya kirin di serî de perwerda bi zimanê kurdî, ewê destkeftiyên ku di berdêla xwîna zarokên wan de li Rojava pêkhatine, heta dawiyê biparêzin.
Qismek daxuyaniya malbatên şehidan wiha ye:
“Di şoreşa Rojava de, gelê me ji bo bidestxistina mafên xwe bedelên giranbuha da. Bi saya xwîna şehîdan û qehremaniya keç û xortên me, yek ji destkeftiyên me yên bingehin perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Ev bi tena serê xwe di nava şoreşê de şoreş bû.
Em diyalog û danûstansina di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de pîroz dibînin û piştgiriya wan dikin. Lê hin aliyên siyasî yên di bin bandora Erdogan de dixwazin siyaseta Tirkiyê li ser me pêk bînin. Dixwazin ziman û perwerdehiya bi zimanê Kurdî ji holê rakin.”
Malbatên şehîdan perwerdeya bi zamanê Kurdî weke “xeta sor ku ti car jê tawiz nayê dayîn” pênase kirin.