Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser peymana li dijî Şengalê jî rawestiya.
Diyar kir, ku paşeroja civaka Êzidî wan jî eleqedar dike û got, me 300 şehîd ji bo parastina Êzidiyan dan.
Em jî ji hêla xwe ve ketin nava hewldanan, hem bi hukûmeta Iraqê re û hem jî bi koalîsyona navneteweyî re me hevdîtin kirin.
Me helwesta xwe nîşan da, ku Êzidî ne bi tenê ne û emê heta dawî li pişt Êzidiyan bin.