Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Çand Û HunerNûçeyên Dawî

Mamosteya Piyano Sarya Ertaş qala perwerdeya muzîkê li Ma Muzîkê dike

 

Serlêdanên ji bo perwerdeya li Akademiya Ma Muzîkê ku beşa Dengbêjî û Zarokan jî di nav de cih digirin dest pê kirin. Mamosteya piyanoyê ya Ma Muzîkê Sarya Ertaş diyar kir ku ew dersen xwe di çarçoveya tevdîrên koronayê de berdewam dikin
Akademiya Ma Muzîkê ku li Amedê piştî Konservatuara Aram Tîgranê ya bi dirûşma “Ji bo her kesî muzik, li her derê muzîk” dest bi xebatên xwe kir, xwedî taybetmendiya ku perwerdeya muzîkê bi zimanê kurdî dide ye. Ma Muzîk ku her sal xebatên xwe bi awayekî rêkûpêk berdewam dike îsal ji ber rewşa pandemiyê xebatên xwe yên komî dabûn sekinandin. Ji ber vê yekê dersen xwe bi rêya online dabûn meşandin. Niha jî dîsa xebatên xwe wê berdewam bike. Serlêdanên ji bo perwerdeya Akademiya Ma Muzîkê yên ji bo beşa Dengbêjî û perwerdeya mûzîkê ya ji bo zarokan hatin destpêkirin. Serlêdanên ku ji 15’ê Tebaxê de hatine destpêkiirn wê heta 15’ê Cotmehe bidomin. Mamosteya piyanoyê ya Ma Muzîkê Sarya Ertaş der barê xebat û serlêdanên li akademiyê de axivî.
‘Em dersen xwe berdewam bikin’
Sarya da zanîn ku ji ber rewşa pandemiye xebatên xwe yen komî dabûn sekinandin û wiha axivî: “ Konserên me yên ji bo zarokan, yên mezinan û yên tenê ku bi hevalên jin tên meşandin hene. Lê piştî rewşa pandemiyê me hemû xebatên xwe yên komî heta nêzî 4 mehan dabûn sekinandin.  Niha jî yek bi yek em dersen xwe li gorî tevdîrên koronayê dimeşînin. Gava ku Akademiya Ma’yê girtîbû, me dersen xwe bi rêya online meşand. Lê belê niha em ê dersên xwe yên rûbirû berdewam bikin Her wiha dersen me yên  bi rêya online jî berdewam dikin.”
Serlêdanên li Akademiyê 15’ê Cotmehe bi dawî dibin’
Saryayayê diyar kir ku serlêdanên akademiyê piştî 15’ê Cotmehe bi dawî dibin û wiha berdewam kir: “Akademiya Zarokan ji bo xwendekarên 7 salî heta 14 salî  ne. Akademiya mezinan ji bo kesên 17 salî heta 30 saliyî ne. Akademiya Dengbejiyê jî bo kesên temenê wan di navbaera 17 salî û 35 salî de ye û ji bo zarokan jî ji 10 salî heta 16 salî perwerde tê dayîn. Piştî serlêdanan ezmûnek tê kirin û kesên tên hilbijartin li gorî zanîna xwe li beşên têkildar tên qeydkirin û perwerdeya wan tê destpêkirin.”
Saryayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Jixwe di akademiyê de li ser amûrên wek sentûr, keman, kemançe, sêtar, tembûr perwerde tê dayîn. Piyano bingeh e, Piyano ne amûrekî ji bo hilbijartinê ye ji ber vê yekê hemû şagirt  perwerdahiya piyanoyê jî digirin. Dersên akademiyê di nava hefteyê de tên dayîn û 5 rojan in, yên akademiya dengbejiye jî heftê 2 rojan wê bên dayîn. Lê ji bo Akademiya Dengbêjiyê li gorî rewşê dema perwerdê  biguhere. Niha li akademiya zarokan wê perwerde dest pê bike.”
‘Ji bo serlêdanê eleqe zêde ye’
Saryayê anî ziman ku ji bo serlêdanê eleqeyeke mezin heye û got: “Niha dawaz ji bo hemû beşên akademiyê heye lê herî zêdet ji bo beşa dengbêjiyê eleqe zêde ye. Herwiha beşa zarokan jî eleqeyeke mezin dibîne. Lê ji bo beşên din jî elekqe ne kêm e û zêde ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

11:00 Rabori Mahsum Gabar 21.09 2022

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv