MAMOSTEYÊ ZANÎNGEHA BEXDAYÊ DR.HEYDER ELWAÎLÎ:
BIRÊZ OCALAN DI TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYÊ DE SEMBOLEK MEZINE
Dr. Heydar Elwaîlî bi peyameke bi dimen piştgiriya xwe ya ji bo pêngava KCK’ê “Dem dama Azadiyê ye” ragihand.
Mamosteyê Zanîngeha Bexdayê dibêje;
“Ji bo min piştgiriya pêngava ji bo azadiya Ocalan hatiye ragihandin cihê serbilindî û kêfxweşiyê ye.
Ocalan di têkoşîna ji bo azadiyê de sembolek mezin e.
Fikrên wî bidestxistina demokrasî û afirêneriya jiyana hevbeş ya aştiyê ye.”
Dr. Heydar Elwaîlî diyar dike ku Adullah Ocalan banga jiyana hevbeş ya gelan dike.
Ev jî xeyala hemû gelên herêmê ye.
Ez bi hemû awayî piştgirî didim pêngava ji bo azadiya wî.