Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Marianne û ‘Azadi’ bûn qurbana berjewendiyên Fransayê 09.01.2021

 

KOMKUJIYA PARÎSÊ Û SEMBOLA ŞOREŞA FRANSÎ
MARIANNE Û “AZADΔ BÛN QURBANA BERJEWENDIYÊN FRANSAYÊ

Paytexta Fransayê Parîs, ji şoreşa Fransayê û vir ve herdem wekî dergûşa azadiyên civakî û siyasî hatiye naskirin.

Ev bajar, bûye stargeha şoreşger û mixalifan ku rastî zilma qral, sultan û rejîmên otorîter hatine.

Lêbelê bi bûyereke di 9’ê Çileya 2013’an pêk hat de, rûpeleke reş di dîroka mazûvaniya vî bajarî de vebû.

3 jinên kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di riya Kurdistana azad de têkoşînê dikirin, bi komployeke tarî hatin kuştin.

Ev komkujiya siyasî, li Navenda Enformasyona Kurdistanê pêk hatibû û lewma jî ji bo ronîkirina wê, hemû awir zivirîbûn ser rêvebiriya Fransî.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Manuel Valls bi awayekî lezgîn çû ciyê bûyerê û soza ronîkirina komkujiyê da.

Serokê wê demê Francois Hollande bûyerê bi gotinên giran şermezar kir û da zanîn ew ê kesên li paş komkujiyê derxin holê.

Hêzên ewlekariyê yên fransî çend roj şûn de tetikkêşê komkujiyê Omer Guney girtin.

Di encama lêpirsînê de derket holê, Guney demeke dirêje saziyên kurd dişopîne.

Lewma dozgerên Fransî bi eşkereyî diyar kirin, ew şik û gumanan dibin ser îstixbarata Tirk MÎTê.

Çapemeniya fransî di derbarê rola MÎTê de gelek nûçe weşandin û dan zanîn dadgeh lêpirsîna xwe li ser vê mijarê kûr dike.

Di vê navberê de, belgeyeke MÎTê ku tê de fermana şopandina damezrînera PKK’ê Sakine Cansiz cî girtibû, hatin weşandin.

Ev belgeya dawî, di derbarê rola dewleta tirk a di vê bûyerê de hemû şik û gumanan ji holê radikir.

Lê digel vê heqîqeta eşkere jî, dadgeha Fransî xwe bi detayan mijûl kir û esasê meseleyê paşguh kir.

Û bi mirin an jî bi gotineke din, kuştina Guney a di 2016’an de, dadgeh bi bayê bezê dozê betal kir.

Ev jî bû sebeba hêrsa gelê kurd û li Fransa û welatên Ewrûpayê din çalakiyên girseyî dest pê kirin.

Di çalakiyan dem hewldana rêvebiriya Parîsê ya ji bo sergirtina bûyerê hat protestokirin û daxwaza ronîkirina pişperdeya komkujiyê hat kirin.

Li ser çalakiyên bi israr û daxwazên fermî yên malbatan, rêvebiriya Fransî di 2019’an lêpirsîneke din da destpêkirin.

Û vê carê hat diyarkirin, wê doz di çarçoveya rola dewleta tirk a di vê komkujiya siyasî de bê meşandin.

Rojnameger Laure Marchand ku li ser vê komkujiyê pirtûkek nivîsî bû, dide zanîn, bi îhtimaleke mezin êrişa li dijî jinên kurd bi armanca astengkirina hevdîtinên aştiyê hat lidarxistin.

Marchand diyar dike, mirina têtikkêş berpirsiya Fransayê ji holê ranake û ronîkirina vê reşkujiyê, ji bo Fransa meseleyek siyasî û ehlaqî ye.

Lewma jî divê dadgeha Fransî bersiva van pirsan bide:

* Digel ku bûyer komkujiyek siyasî bû, çima lêpirsînek edlî hat vekirin?

* Çima belge û delîlên di derbarê rola MÎT’a Tirk a di vê bûyerê de nebû mijara esasî ya dozê?

* Tetikkêş Omer Guney fermana kuştina jinên kurd ji kîjan meqam an rêvebirê Tirk girt?

* Kîjan derdorên di nava dewleta fransî de nahêlin ev reşkujî bê ronîkirin?

Heta bersivên van pirsan neyên dayîn, Fransaya ku xwe wekû dergûşa azadiyan nîşan dide, wê herdem di bin tohmetê de bimîne.

Hêjayî gotinê ye, sembola Fransayê Maryan e ku fîgureke jin a şoreşger e.

Maryan, parazvanê her sê prensîbên şoreşê ne ku wekî Azadî, Wekhevî û Biratî tên pênasekirin.

Lewma, kuştina jinên kurd di nava dilê vî welatî de, di heman demê de kuştina Maryan û prensîba azadiyê ya Şoreşa Fransî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv