Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mazlûm Ebdî: Bêyî naskirina îradeya Bakûr û Rojhilatê Sûrî, çareserî ne pêkane 10.10.2020

 

FERMANDARÊ QSD’Ê MAZLUM EBDÎ:
BÊYÎ NASKIRINA ÎRADEYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ, ÇARESERÎ NE PÊKANE

Di demekê de ku dewleta Tirk hê li pey hewldanên dagirkirina axa Sûrî ye, rayedarên li herêma Bakur û Rojhilat jî di nava hebaxtên peydakirina çareseriyeke bingehîn de ne.

Li gorî wan rayedaran, yekane rêya çareserî û bidawîkirina dagirkeriyê, pêşxistina diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de ye.

Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî dibêje rêjîma Şamê di siyaseta xwe a şoven de bi israr e, lê mecbûre zanibe ku bêyî naskirina îradeya Bakur û Rojhilatê Sûrî ti çareserî nabe.

Di bin navê çareseriya aloziya li Sûrî, di navbera hukûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de, gelek hevdîtin pêk hatin.

Lê heta niha ti encameke berbiçav ku rê li ber çareseriyeke mayînde veke peyda nebûye.

Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî li ser mijarê bersiv dan pirsên Ajansa Hawarê.

Ebdî bi bîr xist ku rayedarên Şamê bi tewanbariyên bê bibgehîn hewldanên diyalogê asteng dikin û wiha got:

Fermandarê QSD’ê anî ziman ku ji destpêka aloziya li Sûrî, wan weke hêza siyasî û leşkerî her tim ji bo parastina serweriya Sûrî têkoşiyane.

Mazlum Ebdî bi bîr xist ku wan ji destpêka aloziya li Sûrî ve, bi ti awayî nebûye terefê ti hêzê.

Fermandarê QSD’ê eşkere kir ku tevî hermû zor û zehmetiyan jî wan pêwendiyên xwe li gel rêveberiya Şamê qut nekirine.

Mazlum Ebdî anî ziman ku ew di warê leşkerî de xwedî hêzeke mezin a parastinê ne lê tevî vê jî dixwazin pirsgirêk bi rêyên siyasî û diyalogê werin çareserkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv