Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li Stenbolê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan 20.01.2021

 

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
MECLISA CIWANÊN STENBOLÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO MEŞIYAN

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê ji bo destekê bidin berxwedana greva birçîbûnê li Stenbolê çalakî li dar xistin.

Ciwan li navça Sancaktepeyê, li ser dîwaran nivîsa “Tecrîdê bişkîne, azad be, deng bide greva birçîbûnê,li dijî tecrîdê berxwebide” hat nivîsandin.

Ciwanan li kolanên Arnavutkoyê jî li gelek kolanan pankart daliqandin.

Li gelek navçan, nemaze li Arnavutkoy û Okmeydanı, ciwanan ji bo protestokirina tecrîdê bi meşale û fîşekên agir meşiyan.

Ciwanan bi belavokan xelkê Stenbolê ji bo çalakiya ku di 21’ê çileyê de li Kadikoyê were lidarxistin jî vexwendin.

Welatiyên derdorê jî, bi çepikan, piştgirî dan meşa ciwanan.

ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ
POLÎSAN AVÊT SER GELEK RÊXISTINÊN HDP’Ê YÊN NAVÇEYÊN STENBOLÊ

Li aliyê din polîsên hikûmeta tirk ku xwe li van êrişan negirtin bi telîmata wezareta karê hundir bi ser rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Stenbolê de girtin.

Rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Stenbolê ji bo balê bikşînin ser çalakiya grevên birçîbûnê bi avahiyên xw eve pankartên “Deng bide grevên birçîbûnê” daliqandine.

Polîsan bi hinceta pankartan bi ser rêxistinên HDP’ê yên navçên Bagcilar, Umraniye, Sancaktepe, Esenyûrt, Beylîkduzu, Sûltangazî, Beyoglû, Kagithane, Gazîosmanpaşa, Esenler, Uskudar, Kartal, Maltepe, Gungoren û Şîşliyê de girtin.

Polîsan hevserokên HDP’ê yên navçeyan jî binçav kirine û ji bo îfadeyê wan birine qereqolên navçeyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv