MECLISA ŞENGALÊ YA LI DERVEYÎ WELAT:
PDK DIXWAZE CAREKE DIN RÊ LI PÊŞIYA FERMAN Û QIRKIRINÊN NÛ VEKE
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat têkildarî planên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat ragihand ku PDK dixwaze careke din rê li pêşiya ferman û qirkirinên nû veke.
Ji bo vê yekê jî bang li Civaka Êzidî hat kirin ku siyaseta PDK’ê û Dewleta Tirk baş fêm bikin û neyên lîstokên wan.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat têkildarî planên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî bi sernavê “Dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞ’ê bi hevkariya PDK’ê ji Şengalê hilîne û Şengalê dagir bike” hate ragihandin.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat bal kişand ser rola PDK’ê ya di êrişên 3’ê Tebaxa 2014’an de û got PDK dixwaze careke din rê li pêşiya ferman û qirkirinên nû veke.
MŞD’ê anî ziman ku niha Şengal ji her derê ewletir e û wiha got;
Eger astengiyek li pêşiya veger û avakirina Şengalê hebe, ew jî dorpêçkirina Şengalê ya ji aliyê siyaseta PDK’ê ya şaş û êrişên dewleta Tirk a dagirker in. Li Şengalê PKK tineye. Li wê derê Êzidiyên ku felsefeya Tevgera Azadiyê û tecrûbeyên wê yên jiyana hevbeş û wekhev ji xwe re kirine rêbaz hene.
MŞD’ê ragihand ku eger Amerîka, Hûkûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê aramî û wekheviyê dixwazin, divê îradeya civaka Êzidî ya li Şengalê qebul bikin û wan nas bikin.
Daxuyaniya MŞD’ê bi vê bangê dawî dibe;
Em bang li Civaka Êzidî dikin ku siyaseta PDK’ê û Dewleta Tirk baş fêm bikin, neyên lîstokên PDK’ê. Ji her demê bêtir xwedî li Şengalê derkevin. Xweseriya Şengalê azadiya Êzidxanê ye.