Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dest bi pêngava “Bese Ji Qirkirin û Fermanê Re, Dema Xweseriyê Ye” kir 25.09.2020

 

“BESE JI QIRKIRIN Û FERMANÊ RE, DEMA XWESERIYÊ YE”
MECLÎSA XWESERIYA DEMOKRATÎK A ŞENGALÊ DEST BI PÊNGAVEKE NÛ KIR

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo rewşa dawî ya heremê binirxîne bi awayekî awarte li hev civiya.

Piştî civînê, Rêvebirên meclisa Şengalê bang li rêvebriya Iraqê, saziyên mafê mirovan, Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî kirin ku xweseriya Şengalê bi awayekî fermî nas bikin.

Piştî civînê bi danezanekê encamnameya hate eşkerekirin û plansaziya dema pêş hate ragihandin.

Danezan ji aliyê hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hico ve hat xwendin.

Rîham Hico balkişand ser hesabên qirêj ên li dijî Şengalê û got, pirsgirêk bi îradeya vî gelî dikare çareser bibe.

Rîham Hico da zanîn hêza rewa ya Şengal û Êzidiyan, YBŞ-YJŞ, asayîşa êzidxanê û sazî û dezgehên MXDŞ’ê ne.

Hevseroka Desteya rêveber a Şengalê Rîham Hico bang li rêvebriya Iraqê, saziyên mafê mirovan, Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî kir ku xweseriya Şengalê bi awayekî fermî nas bikin.

Rîham Hico îşaret bi vegera gel jî kir û diyar kir ku gel bi vegera Şengalê pîlanên dijmin û neyaran vala derdixe.

Rîham Hico di dawiyê de jî pêngava ‘Bese ji qirkirin û fermanan re dema xweseriyê ye’ ragihand.

Ev jî hatin dîtin

Saziyên Demokratîk ên Kurdî: Divê Kurd şerê hev nekin, pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin 29.10.2020

Stêrk Tv

Mihemed Emîn Pêncewînî aliyên siyasî yên Kurd hişyar kirin û bang li wan kir 29.10.2020

Stêrk Tv

HPG: Gerîlayan li dijî xeta petrolê ya Botaşê çalakiya sabotajê kirin 29.10.2020

Stêrk Tv

Hêzên PDK û eskerên Tirk bi hev re gerîlayan dorpêç dikin 29.10.2020

Stêrk Tv

Desteka Enternasyonalîstan ji bo kampanyaya Azadiya Rêber Apo berfireh dibe 29.10.2020

Stêrk Tv

Rojnamevanên li Başûr rewşa dawî ya li Garê nirxandin 28.10.2020

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!