DERSÊN KURDÎ YÊN ONLÎNEYÊ
MED-DER JI BO PERWERDEYÊ SERDEMA NÛ DIDE DESTPÊKIRIN
Di serdema şewba coronayê de di jiyana mirov û civakan de gelek tişt guherîn.
Guherînên mezin di pergala perwerdeyê de jî çêbûn.
Heta pergala perwerdeya gelek welatan ji hev de ket.
Li bakurê Kurdistanê ku ji xwe derfeteke ji bo perwerdeyeke bi pergalî tune bû, ev şewb bi xwe re keysekê jî çêkir.
Sazî û dezgehên zimanê kurdî bi rêya înternetê karîbûn xwe bigîninin bi hezaran kesî û bi zimanê dayikê wan perwerde bikin.
Yek ji wan zaniyan jî Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DER e.
MED-DER’ê niha ji bo serdema nû ya perwerdeyê zend û bendên xwe badane û amadekariyên xwe yên dawîn temam dikin.
Mamosteyê MED-DER’ê Murat Bîlgîç der barê amadekariyan û serdema perwerdeya bi zaravayên kurmancî û kirmanckî agahî dan.
Mamoste Murat Bîlgîç diyar kir hewldanên wan hene di demên pêş de ji bo zarokan jî xebaten taybet bi rê ve bibin.