ŞEHADETA XELÎL ŞEN
MERASÎMA CENAZE SIBÊ LI BAJARÊ DRESDENÊ TÊ LIDARXISTIN
Welatparêzê Kurd Xelîl Şen 12’ê Adarê bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê, li bajarê Almanyayê Dresdenê agir berdabû bedena xwe û şehîd bibû.
Xelîl Şen beriya çalakiya xwe nameyek li pey xwe hiştibû.
Merasîma cenazeyê Şen sibe wê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Dresdenê pêk were.
Têkildarî mijarê Federasyonên Kurd bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir da ku beşdarî merasîmê bibin.
Fed-Kurd’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi kesayeta Xelîl Şen kir û wiha got:
Hevrê Xelîl ê ji navçeya Erûhê ye, ji roja pêngava 15’ê Tebaxê ve bi hêz û keşecaneke mezin bû yek ji kedkarên têkoşîna azadiya Kurdistanê.
Wî tevahiya temenê xwe bi hêrseke mezin li dijî êrişên dijimên gelê Kurd rabû û di nava têkoşînê de cihê xwe girt.
Fed-Kurd diyar kir ku wê merasîma cenazeyê Xelîl Şen sibe saet li 14’an li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Dresdenê pêk were û banag li Kurdistaniyan kir da ku beşdarî civîna oxirkirina wî bibin..