Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 Nûçe

Merasîma şervanê QSD’ê Zerdeşt Germiyanî

Piştî ku dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ cenazeyê şervanê QSD’ê Bekir Îbrahîm ê bi nasnav Zerdeşt Germiyanî, ji bajarê Silêmaniyê ber bi navçeya Kelar a ser bi Germiyanê ve hate oxir kirin, piştî ku gihîşt Kelarê cenaze Zerdeşt Germiyanî birin li mala malbata wî û piştre ber bi goristana gundê Berlut hate oxirkiri

Li Goristana gundê Berlut ê Kelarê bi merasîmekê hate oxirkirin. Di merasîma oxirkirinê de peyama, malbatên Şehîd, Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) hatin pêşkeşkirin.

Li ser navê Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê Mesûd Hiso axivî û got;”Weke em hemû dizanin li Rojavayê Kurdistanê dagirkeriyek dijwar tê meşandin. Vê ji wiha kir ku Heval Zerdeşt û hevalên xwe bi sedan kîlometreyan derbas bikin û xwe bigihînin qada şer û azadiyê, ji bo parastina xala Rojavayê Kurdistanê bikin. Tişta ku Heval Zerdeşt pêk anî, li dijî qirkirina gelê me û dagirkeriya welat erkek nîştimanî û neteweyî bû.”

Piştre li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Hewrê Cebar wiha axivî;”Ji bo parastina destkeftiyên Kurdan û ji bo xwîna şehîd Zerdeşt û hemû şehîdan vala neçe, divê kongreya neteweyî pêk were. Bir ruhê şehîd Zerdeşt û hemû şehîdên Kurdistanê em ê riya xebatê asûde bikin.”

Herî dawî li ser navê malbatê Mela Ehmed axivî û got;”Şehîdbûna zarokên me em pîroz dibînin. Ji ber ku di riya azadiya welat û Kurdbûnê de bû. Pêwîste şahadeta heval şehîd Zerdeşt bibe havênî aştî û aramiya nava mala Kurdan. Ji bo dijmin bibe dersek ku Kurd xwedî kesên wiha qehreman û jêhatîne.  Amadene ji bo xaka xwe canê xwe feda bikin.”

Piştî axaftina cenazeyê Şehîd Zerdeşt bi dirûşmeyên’Şehîd namirin’, ‘Şehîd Zerdeşt namirin’ spartin axê.

Şehîd Bekir Îbrahîm ê bi nasnav Zerdeşt Germiyanî, di sala 1992’an de li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê ji dayîk bûye. Piştî dewleta Tirk a dagirker êrişî Rojavayê Kurdistanê kir, di Tîrmeha 2019’an de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Di 27’ê Cotmehê 2019’an de li Serêkaniyê di encama şerê dijî leşkerên Tirk û çeteyên Tirkiyeyê de şehîd bû.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv