Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Ciwan Nûçeyên Dawî

Meşa ciwanan a ji bo Rêber APO wê di 5 Êlûnê ji Hanoverê dest pê dike

 

 

MEŞA DIRÊJ A CIWANÊN EWRÛPAYÊ DI 5’Ê ÎLONÊ DE WÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO JI HANNOVERÊ DEST PÊ DIKE

Meşa Dirêj ku ev 20 salin li Ewrûpayê wek kevneşopîyek her sal ji bo azadîya Rêber Apo tê lidar xistin, îsal jî wê 5’ê Îlonê dest pê bike.

Komîteya amadekar destnîşan kir ku di vê dema şidandina tecrîda li ser Rêber Apo de, tevlîbûna meşa dirêj gelekî girîng e.

Meşa Dirêj îsal wê di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serî hilde’ bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo, bi hev re serhildan” pêk tê.

Tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Swêd, Îngilistan û tevahiya Ewropayê bi sedan ciwan tevlî bibin.

Komîteya Amadekar derbarê meşê de daxuyaniyek weşand û bal kişand ser faşîzma dewleta Tirk ku li tevahiya Kurdistanê gihaye asta herî bilind û çalakî jî wê bi ruhê berxwedana Cenga Heftanînê bê li dar xistin.

Komîte destnîşan kir ku di vê dema şidandina tecrîde li ser Rêber Apo de, tevlîbûna meşa dirêj gelekî girîng e.

Komîteyê bang li ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst kir ku tevlî çalakiyê bibin û li dijî kapîtalîzm, faşîzm û mêtingeriyê bibin yek û têbikoşin.

 

Ev jî hatin dîtin

Saziya Garabîde ya herêma Baskê ya xweser aktivîstên ziman perwerde dike

Stêrk Tv

Malalen Lobez ji saziya Baskê Garabîde qala alikariya ji aktivîstên ziman ên li cîhanê

Stêrk Tv

MXDŞ têkildarî peymana li ser Şengalê daxuyanî da 23.11.2020

Stêrk Tv

Komîteya Navendî ya PKKyî ra eşkerayî 23.11.2020

Stêrk Tv

Gelê Mexmûrê dest bi pîrozbahiyên 43 saliya PKKê kir 23.11.2020

Stêrk Tv

Cemîl Bayikî bi wesîleya serragêrayîya 42ine ya PKKyî ANF rê qisey kerd 23.11.2020

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!