TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN PLANSIYAZIYA ROJA YEKEMÎN PÊK HAT
Meşa HDP’ê di roja dûyemîn de.
HDP’yî tevî hemû astengiyan plansaziya xwe ya doh pêk anî.
HDP ji Colemerg û Edîrneyê doh dest bi meşa demokrasî ya ber bi Enqerê ve kir.
Meşê ji Colemerg û Edîrneyê dest pê kir.
Baskê meşê yê Colemergê tevî hemû astengiyan, dest pê kir û gihişt Wanê.
Ji Colemerg heta Wanê, meşvanên HDP’ê di rê de rastî eleqeya mezin hatin.
Baskê Edîrneyê jî tevî hemû astengiyên polîsên Tirk dest pê kir.
HDP’î piştî meşê çûn ber girtîhgeha Edîrneyê ya lê hevserokê berê Selahattîn Demîrtaş heye û daxuyaniyek dan.
Her du baskên meşa HDP’ê wê îro meşa ber bi Enqerê bidomînin.