Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Michael Rubin: Pênasiya Terorîst hîn bêtir li Tikriyê tê

 

 

RAYEDARÊ BERÊ YÊ PENTAGONÊ MICHAEL RUBIN:
PROPAGANDAYA TIRKIYÊ YA LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DEREW E

Pênaseya terorê herî zêde li Tirkiyê te..

Ev gotin, ya şewirmendê berê yê Pentagonê û lêkolîner Maykil Rubin e.

Rubin dibêje, hebûna PKK’ê ya li nava ‘lîsteya rêxistinên terorê’ divê ji nûve were nirxandin.

Her wiha destnîşan dike ku propagandaya Enqerê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ji derewan pêk tê.

Êdî her kes dizane ku dewleta Tirk dewleteke kujer û qirkere.

Ne tenê li dijî gelê kurd niha li deverên cûda rojane kiryarên qirêj û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne.

Derbarê hovîtî û polîtîkaya dijmnahiyê ku dewleta Tirk belav dike, şewirmendê berê yê Pentagonê û lêkolînerê Enstîtuya Amerîkan Enterprise (ENTIPRAYZ) Dr. Michael Rubin (MAYKIL RUBÎN) ji North Press Agency re axivî.

Rubin destpêkê xwest, ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka têkiliyên xwe yên bi Tirkiye û Kurdan re ji nû ve binirxîne û bang kir ku sûcbariya ‘terorîzmê’ a li himberî PKKê ji nû ve di ber çavan re derbas bike.

Rubin destnîşan kir, ku agahiyên Tirkiyê bi salan têkildarî PKK’ê pêşkêşî Emerîka kirine hemû derew û sexte ne.

Michael Rubin got, “Endamê NATO’yê be yan jî nebe, pênaseya sponsoriya terorê ji PKK’ê bêhtir li Tirkiyeyê tê.”

Li aliyeke din, Rubin diyar kir ku karên rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîşan dide ku propagandaya Tirkiye bi salane dike derew e.

Her wiha Rubin bal kişand ser rola Nûnerê Taybet ê Trump ê ji bo Sûriyeyê, James Jeffrey (JEYMIS JEFRÎ) a di dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de.

Michael Rubin destnîşan kir ku Jeffrey gelek caran bi Tirkiyê re ketiye nava têkiliyên qirêj û xizmeta dagirkeriya wê kir.

Rûbin der barê James Jeffrey de wekî din ev nirxandin kir:

“Nûnerê Taybet ê Trump ê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey ne tenê lampeya kesk ji qirkirina etnîkî re vêxist, di heman demê de derfet da Erdogan ku sînorên Tirkiyeyê biguherîne.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv