MÎCROSOFT DU ZARAVAYIN KURDÎ LI WERGERÊ ZÊDE KIR
Kurdî êdî di zimanên wergerê yê Mîcrosoftê de ye.
Şîrketa nivîsbarî û înformatîk a Emerîkî ya Microsoftê, du zaravayên Kurdî: Kurmancî û Soranî, li zimanên wergerê zêde kir.
Eleqeya şîrketên gerdûnî ya ji bo zimanê Kurdî pêş dikeve.
Piştî ku motora lêgerîna li ser înternetê Google, kurdî li zimanê beşa wergerê zêde kir, Şîrketa Nivîsbarî û Înformatîkê ya Emerîkî ya Microsoftê jî, zimanê Kurdî li beşa wergerê zêde kir.
Li gorî daxuyaniya şîrketê ku li ser malpera xwe parvekiriye;
“Mîcrosoftê, du zaravayên Kurdî: Kurmancî û Soranî, li zimanên wergera metnan zêde dike. Her du zaravayên Kurdî, wê di nêz de li ser sepandina Offîce û Translator For Bîng were pêşkêşkirin.”
Di daxuyaniya Mîcrosoftê de tê gotin ku Kurmancî û Soranî wê di wergera zêdetirî 70 zimanan de were bikaranîn.