PROVOKASYONÊN PDK’Ê LI DIJÎ QADÊN GERÎLA
MIHEMED ABDULLAH: TI HÊZÊ BI QASÎ PDK’Ê ASAYÎŞA HERÊMÊ TÊK NEBIRIYE
Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Abdullah têkildarî hewldanên provokatîf ên PDK’ê li dijî qadên gerîla ji ajansa Rojnewsê re axivî.
Mihemed Abdullah ji bo hewldana hêzên PDK’ê ya bicihbûna li qadên gerîla ev nirxandin kir.
Destnîşan kir, ku PDK xwedî siyaseteke bi talûkeye di vê demê de.
Li ser daxuyaniya ku PDK’ê li ser navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dayî Mihemed Abdullah ev şîrove kir:
PROVOKASYONÊN PDK’Ê LI DIJÎ QADÊN GERÎLA
ÇAVDÊRÊ SIYASÎ: POLÎTÎKAYÊN PDK’Ê XIZMETA GELÊ KURD NAKIN
Çalakvanê siyasî Azad Cola jî destnîşan kir, ku polîtîkayên PDK’ê xizmetê ji gelê Kurd re nakin.
Çavdêrekî din ê siyasî Hindirîn Şêx Raxib jî bal kişand ser hesabên li pişt van polîtîkayan.
PROVOKASYONÊN PDK’Ê LI DIJÎ QADÊN GERÎLA
“DAXUYANIYA BI NAVÊ ENCÛMENÊ JI SERÎ HETA BINÎ SENARYOYA PDK’Ê BÛ”
Parlementera Tevgera Goran li herêma Kurdistanê Şirîn Emîn jî got, daxuyaniya bi navê Encûmena Asayîşê ji serî heta binî, senaryoyeke PDK’ê bû.
Ji ber vê yekê siyaseta PDK’ê metirsîdar e.
Ji aliyê PDK’ê ve êrişeke li dijî aliyê Kurd li nava xaka Herêma Kurdistanê û destgirtina dewleteke dagirker cihê pirsê ye û hinceta wê nîne.
Parlementerê Koma Ayînde yê Parlemena Iraqê Serkewt Şemsedîn jî got, PDK dixwaze bi qonaxa çekdarî û çêkirina senaryoyên rengareng tirs û xofê belav bike.
Divê pêşî li vê yekê were girtin.
Divê partî hemû li hemberî vê gava ku Mesrûr Barzanî avêtiye bibin xwedî helwest.