Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Emîn Pêncewînî aliyên siyasî yên Kurd hişyar kirin û bang li wan kir 29.10.2020

 

JI SIYASETVAN Û REWŞENBÎRÊ KURD BANGA GIRÎNG
MIHEMED EMÎN PÊNCEWÎNÎ ALIYÊN SIYASÎ YÊN KURD HIŞYAR KIRIN Û BANG LI WAN KIR

Ji siyasetvan û rewşenbîrê Kurd Mihemed Emîn Pêncewînî bang û hişyariyek girîng hat.

Pêncewînî bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir, ku talûkeya şer a di nava Kurdan de xwe dide der û bal kişand ser daxuyaniya PDK’ê ya bi navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dayî.

Rewşenbîrê Kurd da zanîn, vê daxuyaniya ku PKK’ê sûcdar dike, bêhêvîbûneke ciddî di nava gel de afirandî ye:

Li ser navê PKK’ê Birêz Mûrat Karayilan daxuyanî da û sûcbarî red kir.

Diyar kir, ku ew dûrî şer, amade ne bi rêya danûstandinê pirsgirêkan hemûyan çareser bikin.

Ev daxuyaniya Birêz Mûrat Karayilan erênî ye.

Ji ber ku heke şerek biqewime, wê ne tenê di navbera PKK û PDK’ê de be.

Mihemed Emîn Pêncewînî îşaret bi wê xeteriyê kir, ku wê ev şer li navbera Kurdan hemûyan li Başûr û Bakur belav bibe:

Ev jî wê bibe sebeba bêqedir û bêqîmetbûna doza Kurd li cîhanê.

Pêvajoya siyasî li Başûr ber bi qeyran û kaosekê ve diçe.

Ev yek dikare doza Kurd 50 salî bi paş bixe.

Wê ev yek bibe, 2 tîrên dewletên dagirker ên li dilê Kurd ketî.

Siyasetvanê navdar şerê 1992’yan ê di navbera PKK, PDK û YNK’ê de bibîrxist, ku hingî navbeynkarî dikir.

Ez ji gelek aliyên veşartî yên şer agahdar bûm.

Ev hemû ji bo qelskirin û qedandina doza Kurd bûn.

Ez ji hemû rayedarên partî û hêzan rica dikim, ku pîlana dijminên Kurdan têk bibin.

Heke PKK û PDK di warê lihevkirin û şêwrê de erênî bin, wê doza Kurd bigihe hedefên xwe.

Mihemed Emîn Pêncewînî herî dawî bang li rewşenbîr, hunermend, siyasetvan, hêzên siyasî û welatparêzên Başûrê Kurdistanê hemûyan kir:

Werin em hemû bi hev re vî şerê muhtemel ê di nava Kurdan de asteng û boykot bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv