Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Seydî: Dirûtiya Ewrûpayê li hemberî HDP’ê û kurdan 25.02.2021

 

MIHEMED SEYDÎ / WELAT
DIRÛTIYA EWRÛPAYÊ LI HEMBERÎ HDP’Ê Û KURDAN

Di demên dawî de mijara muxalîfê rûs Navalnî, jahrîkirin û girtina wî hat rojevê. Di vê mijara binpêkirina mafên muxalefetê de heta em dikarin bibêjin; Pûtin li ber Erdogan di êrîşa li ser dijberên xwe de dikare bibe şagirt. Li Rûsyayê mirov ji helîkopteran nehatine avêtin û keçên temen biçûk ji aliyê polîs û leşkeran ve nehatine tecawizkirin. Ne heqareta devkî li siyasetmedaran hatiye kirin û ne jî bi hezaran girtî eşkere eşkere rastî îşkenceyê hatine. Lê ev hemû li Tirkiyeyê bi destê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hatiye kirin.

Yekîtiya Ewrûpayê ji ber girtina muxalîfê rûs Navalnî ceza li Rûsyayê birî û dîsa di mijara birîna ceza li ser desthilata Vanziwêla û Çînê de wê gavan biavêje. Çima? Ji ber ku dûrî nirxên demokrasiyê dikevin û mafê mirovan binpê dikin.
Baş e. Çi ferqa Navalnî û Selahattîn Demîrtaş ji hev heye. Ma ne herdu jî serokatiyê ji muxalefetê re dikin. Ma bûyerên li Tirkiyê diqewimin û êrîşa li ser mirovan ji ber ku bi kurdî fîkandine ne binpêkirinên mafê mirovan e?. Ma ya li Rûsyê bibîne û ya li Tirkiyeyê nebînî ne dirûtî ?

Li aliyê din Amerîka jî heye. Serokê Amerîkayê yê nû John Biden berî ku fermî bibe serok li ser ekranan got ew ê destekê bide muxalefeta li Tirkyeyê ji ber ku Erdogan zêdegavî kirine. Ê ka li hember vê rewşa li Tirkiyeyê çi kiriye û çi helwest heta niha nîşan daye. Hin cara nêrîn derdikeve ku Ewrûpa li benda helwesta Amerîkayê ye û heta ku ew jî helwest li hember Tirkiyeyê nîşan bide ew ê jî deng derbixe. Lê ev jî li gorî min xwexapandineke din e. Ewrûpa çima di mijara danîna helwestê li hember Rûsyayê li benda Amerîka namîne, ew ê di mijara Tirkiyeyê de li benda Amerîkayê be.

Ewrûpa ji rewşa ku niha li Tirkiyeyê heye berpirsyar e û ya dike durûtiye. Mafê mirovan û demokrasî ji xwe re kiriye maske û pê rûyê xwe yê bazirgan vedişêre. Ewrûpa di mijara kurdan û HDP’ê de dirûtiyê dike û dirû ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv