Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîhrîcana Folklorê ya jinan dest pê kir 25.10.2020

 

Bi dirûşma “Bi rengên folklora me, çanda pêkhateyên me dewlemend dibe” îro yekemîn Mîhrîcana Folklorê ya Jinan li ser asta herêmên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo vejandina folklora erebî ya resen û folklora jinên herêma Firatê, dest pê kir.

Mîhrîcan li Yarîgeha Beledî (Reş) a naverasta Reqayê hate lidarxistin û jin û şêniyên bajarê Reqayê û mêvanên ji herêma Tebqa û bajarên Dêrazor û Minbicê beşdarê bûn.

Her wiha nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, hêzên leşkerî û ewlekariyê, hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Parastina Civakî (HPC), di mîhrîcanê de amade bûn.

Mîhrîcanê bi axaftina Rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliye El-Kecwan dest pê kir. Xaliye lidarixistina mîhrîcana yekemîn a li ser asta herêmê, pîroz kir.

Piştre endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem El-Ebo û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê Nisrîn El-Elî axivîn.

Axaftvanan destnîşan kir ku ev mîhrîcan bi saya ked û têkoşîna jinên azad ên li herêmên erebî ku hêza xwe ji berxwedana li dijî dagirkeran girtin, hate lidarxistin.

Di axaftanan de hate gotin ku bi rêya folklorê ku rengên azadî û demokrasiya rasteqîn nîşan dide, di roja îro de guhertinên bingehîn pêk hatine. Her wiha soz dan ku pêşketina xwe dewam bikin û mîhrîcanên din ên bi vê rengî li dar bixin.

Di mîhrîcanê de, hunermend û tîmên çandî yên ji herêmên cuda beşdar bûne, pêşandanên hunerî yên taybet bi folklora herêmê, pêşkêş kirin.

Her wiha şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şanoyek li ser lehengî û destkeftiyên jinan ên di berxwedana li herêmê de, pêşkêş kirin.

Mîhrîcan bi pêşandanên hunerî dewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Dîroka damezirandina Tevgera azadî û vejîna gelê Kurdistan

Stêrk Tv

Îşev 18:00 Bernameya Taybet-Beşa 2

Stêrk Tv

Wêneyên ji dîroka PKK’ê: Komên gerîla yên destpêkê û wêneyên salên 1990’î 27.11.2020

Stêrk Tv

Li Stenbol û Mêrsînê operasyonên qirkirina siyasî 27.11.2020

Stêrk Tv

Kurdistaniyên li Ewrûpayê li dijiî plana dagirkirina Şengalê daketin qadan 27.11.2020

Stêrk Tv

Ji pênûsa rojnamevan Gulistan Çiya Îke nivîsa ‘PKK Kurd kirin xwedî rûmet’ 27.11.2020

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!