Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Mîhrîcana Lêlûn li dijî qirkerên çandê bersiv e’ 26.09.2020

ŞEHBA – Jinên Efrînê yên ku beşdarî Mihrîcana Lêlûn a neteweyî bûne, derbarê pêşveçûna mîhrîcanê de wiha gotin: “Di Mîhrîcana Lêlûn de çanda gelan, rastiya civakan û hunera mirovan baş tê şîrovekirin û pêşandan. Ev mîhrîcan wê ji hemû kiryarên ku dixwazin çandên gelan qir bikin, bibe bersiv.”

Mîhrîcana Lêlûn a neteweyî ku ji aliyê komîna sînama a Avrîn ve hatiye lidarxistin di roja xwe ya 5’emîn de li kampên Serdem û Berxwedanê didome. Di mîhrîcanê de zêdetirî 20 filmên neteweyî hatine pêşkêşkirin. Rojane şêniyên Efrînê ji bo temaşekirina filîman berê xwe didin qada mîhrîcanê . Derbarê pêşveçûna mîhrîcanê de jinên Efrînê yên ku beşdarî Mîhrîcana Lêlûn bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Mîhrîcan Lêlûn rastiye civakan derdixe pêş’

Jina bi navê Emel Mihemed derbarê girîngiya lidarxistina mîhrîcanê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Lidarxistina vê mîhrîcanê ji bo me gaveke pir girîng e. Di nav de çanda gelan, rastiya civakan û hunera mirovan baş tê şîrovekirin û pêşandan. Em dixwazin çandên din jî bêtir nas bikin û çanda xwe jî ji tevahî cîhanê re bidin nasîn. Mîhrîcana Lêlûn wê bersiva hemû kiryarên ku dixwazin çanda me qir bikin û bi me bidin jibîrkirin e.”

‘Gavên serkeftinê bi kedê tên bidestxistin’

Jina bi navê Zeyneb Mihemed da zanîn ku serkeftina mîhrîcanê ji berhemên gelê berxwedêr ên ku li Şehbayê têkoşîna xwe didin meşandin e û wiha domand: “Mîhrîcana Lêlûn a neteweyî yek ji berhemên gelê berxwedêr ên ku tevî rewşên koçberiyê ser axa Şehbayê têkoşîna xwe didin meşandin e. Di mîhrîcanê de zêdetirî 150 dewletên navneteweyî filîmên xwe pêşkêş kirin. Gavên serkeftinê bi kedê tên bidestxistin.”

‘Coşa me ya xebatê xurt e’

Jina bi navê Necah Misto li ser coşa tevlîbûna gel a mîhrîcanê wiha nêrîna xwe parve kir: “Di nava rewşa koçberiyê de ji bo ked û xebatê tu carî vîna me têk neçûye. Bi destpêkirina mîhrîcanê re coşa me xurt bû û bi rihekî zindî em tevlî xebatên wê bûn. Ji bo em çanda xwe ji tunekirinê biparêzin em ê her têkoşînê bidin meşandin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv