Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nik Matheou: Êdî dema azadiya Ocalan hatiye 22.02.2021

 

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
NIK MATHEOU: ÊDÎ DEMA AZADIYA OCALAN HATIYE

Li cîhanê kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo her ku diçe mezintir dibe.

Sendîkavan, akademîsyen, aktîvîst, siyasetmedar, entellektuel, hunermendên cîhanê dibêjin;

Dem hatiye ji Ocalan re azadî.

Yek ji van bengewazan jî Berdevkê Direktorê Boykotkirina Tirkiyê ya Brîtanyayê Nik Mahteou.

Ew bi awayekî aktîf ji bo azadiya Rêber Apo di kampanyaya azadiyê de cihê xwe digre.

Di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnamevan Erem Kansoy de careke din xwest Rêber Apo azad bibe.

Nik Mahtheou dibêje; Êdî dema azadiya Ocalan hatiye û nirxandinên xwe wiha didomîne:

Ocalan ew kes e ku dikare aştiya mayînde çêke û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd alternatîfan dayne holê.

Bi saya nirxandinên wî em ji Lîbyayê heta Îran û temamiya Rojhilatê Derya Spî xwe bigihînin civaka demokratîk.

Netewên Yekbûyî û organîsazyonên navdewletî hê jî Ocalan û PKK’ê di lîsteya terorê de digrin.

Ev rewşeke wisa ye ku weke ku tu benzînê li agir bikî.

Pêdiviya me bi azadiya Ocalan heye.

22 sal e wî xistine zîndanê ku ev ne ji qeweta wan ji bêqewetiya wan hêzan e.

Herçî li dinyayê kî jiyan û civakeke azad dixwaze bibin yek wê bikaribin Ocalan azad bikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv