YEKÎNEYÊN TOLHILDANÊ YÊN DELAL AMED
LI ÎZMÎRÊ XERATXANEYEKE HEVKARÊ AKP-MHP’Ê ŞEWITANDIN
Çalakiyên ciwanên tolhildanê li dijî faşîstan berdewam dikin.
Mîlîsên Tolhildana Delal Amed a HBDH,li Îzmîrê cihê kar ê kesayetek faşîst îmha kir.
Li gorî daxuyaniya Mîlîsên Tolhildanê:
Şeva 11’ê Mijdarê li dijî atolyeya mobîlyaya 3 qatî yê hevkarê AKP-MHP’ê Saît Û. çalakiyek bi bandor hat lidarxistin.
Çalaki li taxa Yunus Emre ya li navçeya Karabaglara Îzmîrê bi EYP û molotofan pêk hat.
Di encama çalakiyê de atolye bi giştî îmha bûye.
Saît U. li beramberî alîgiriya desthilata faşîst, bi aborî hatiye xelatkirin û kesetek bazirganiyê bi Wexfa Mehmetçîk a girêdayî TSK’ê re dike ye.
Çalakiya me di çarçoveya banga seferberiya şoreşgerî ya HBDH’ dayî destpêkirin a ‘Em ê faşîzmê birûxînin, Azadiyê bi dest bêxin’ de, li dijî faşîst û hevkarên faşîstan re çalakiya cezakirinê ye.”