SEKRETERÊ PARTIYA KESK A BAŞÛR MILKO BAZYANÎ
DEWLETA TIRK A DAGIRKER XWEZAYÊ JÎ QIR Û TALAN DIKE
Sekreterê Partiya Sewz ango Kesk a Başûrê Kurdistanê Milko Bazyanî derbarê armanca dagirkeriya Tirk got ku hedefa wan ew e ku oksîjenê ji ser xelkê Kurdistanê bibire û wiha got: Divê hukûmeta herêmê û parlemento vê dagirkeriyê rawestînin.
Bi taybetî jî li ser talankirina xwezaya Heftanînê û Metîna vê yekê dibêje
LI HEFTANÎN Û METÎNA TALANKIRINA XWEZAYÊ
MILKO BAZYANÎ: ARMANCA DEWLETA TIRK ÇOLKIRINA HERÊMÊ YE
Milko Bazyanî weke mînak jî Efrîna hatî dagirkirin destnîşan dike
LI HEFTANÎN Û METÎNA TALANKIRINA XWEZAYÊ
MILKO BAZYANÎ: DIVÊ HUKÛMET Û PARLEMENTO RÊ LI DAGIRKERIYÊ BIGIRIN
Milko Bazyanî dide zanîn, ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdistanê bê oksîjen bihêle û vê agahiyê dide:
Dema çiyayê Giwêje yê Silêmanî şewitî, 27 hezar dar şewitîn.
Ev ne tenê ji bo Kurdistanê, bandoreke neyênî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn e.
Dewleta Tirk dixwaze bi vê yekê herêmê ji mirovan çol bike.
Ji Zînî Wertê heta niha em xwedî helwestin li dijî dagirkeriyê.
Bi ti hincetê em qebûl nakin, ku jîngeh û xwezaya herêmê bikeve metirsiyê.
Sekreterê Partiya Kesk Milko Bazyanî hukûmeta herêmê û parlementoyê weke berpirsên vê yekê nîşan dide û dibêje; divê bi erka xwe rabin û vê dagirkeriyê rawestînin.